Aktera Amerîkî Enjêla Colî balyoza Netewên Yekgirtî ya Niyazên Pak ,rexne li karûbarên mirovî kir derbarî şikestina Civaka navdewletî di rizgarkirina Sûriyê û dabînkirina pêdawîstiyên qeyrana mirovî ya dijwar ya Sûrî têde derbas dibin. û bo rojnameya “daylî Mîl” ya birêtanî amaje kir ku” dibe dest bi kar di warê Siyasetê de bike, dema ku ew hest bike ku wê karibe guhertinekê çê bike”, û daxuyanîkirin ku bizavên tên kirin têra sûriyê nakin, û dema ku qeyranek dibe sedema koçberiya milyonên sûriyan, ev nîşan e ku Civaka navdewletî di kargeriya rewşa Sûriyê de şikest, û got:”xuya ye ku em nikarin alîkariya wan kesên ji nêza dimirin bikin, û heta niha Sûriya yek ji wan qeyranên mirovî ye di Cîhanê de. Û erk e li ser milê serkirdeyan tevlî Netewên Yekgirtî ku li xalên ku têde şikestine vegerin û wan serast bikin”. Têzanîn ku her di heman mijarê de Nesir Elherîrî sekertêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî rexne girtin li Netewên Yekgirtî li ser kêmkirina alîkariyên mirovî yên terxankirî bo Sûriyan bi rêjeya 40%, û ev reftar bi “reftarekî neketwarî” da zanîn, herwiha diyar kir ku nagunce bi pêdawîstiyên gelê Sûriyê re, yê eve bêhtir ji 3 sala ne têde dijîn ji encama berberiya rêjîmê ya bi çek û teqemeniyan bo serkutkirina vîna gel “. û ew biryar “nekûr raman e” bi nav kir, û diyar kir ku guhertinên ketwarê sûrî yên cidacida li ber çav negirtin e. û nejî tişteke hişmendî ye di dema ku bi sedên milyaran tên terxankirin bo dijberiya terorê, alîkariyên mirovî têne kêmkirin, ew alîkarî yên pir serekî ne bo kesên ziyan li wan bûne, û yek ji pêngavên tektîkî yên giringin e di vê qonaxê de, û hîç ne zêde ye dema bêjim: kêmkirina alîkariyên mirovî bo bêwaran, pêngaveke berûvajî stratijiya navdewletî ye ya tête peyrewkirin bo dijberiya terorê, ji ber ku dibe sedemek bo peydabûna tundrewî û terorê di nav koçber û aware û penaberan de. bi kurtahî, kêmkirina alîkariyan reftarekî ne berpirs e û wê bibe encamderê boblateka mirovî , lewra pêwîst e dubare ev biryar bête berçav kirin û serast kirin, û pêwîst e rêxistinên navnetewî bi berpirsyaretiyek bêhtir li hember bêaramiya civakî û siyasî ya ku dever bi giştî têde derbas dibe rawestin, ji ber ku neberpirsiyariya di danûstandina bi vê herêmê re,wê bi nerînî bandora xwe li ser rewşa sercem dewletên cîhanê bike, di paşerojeka nêzîk de, neriyaletîk e ku cîhan bi tevayî hevdenge bin li ser piştgiriya karekî çekdarî li dijî terorê, lê di heman demê de nikare zarokekî birçî bi xwarin bike, yanjî cihekî bo kalekî derbeder yan afreteke aware dabîn û pêşkêş bike”.
Jêder: Hevbendî+ Wekalat