Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got; tiştê ku li Sûriyê dibe” rê xweş kir ji bo rûdana mezintirîn bobelata mirovahî ji piştî Cenga Cîhanê ya duyemîn de”, û rêjîma Esed tawanbar kir ku wê DAIŞ berdaye dijî cîhanê, û bûye sedema koçberkirina bi Milyonan ji welatiyên Sûriyê, û bikaranîna hemû şêweyên sitemkariyê li dijî sivîlan ji heyama pênc salan ve.
Erdogan bêdengiya cîhanê derbarê topbarankirina berdewam ya rêjîma Esed û Rûsya rexne kir û got:” Rûsya bi şêweyekî berdewam Sûriyê topbran dike,û rêjîma Esed jî wê topbaranê dike, lê cîhan bêdeng e,û Yekîtiya Ewropayê bêdeng e, Neteweyên Yekgirtî bêdeng e”. Û lêzêde kir:” Ti bijarde ji xelkê re jibilî reva ji topbarankirina ku balafirên rêjîma Esed û Rûsya pêk tînin nema ye”.
Recep Tayyip Erdogan tekezî li ser destpêkirina qonaxeke siyasî ya veguhêz bi awayekî lezgîn kir, û da zanîn ku her bizavek ji bo astengkirina veguhestina siyasî li Sûriyê, tenê ji bo kûrkirina kirîza niha ya mirovahî ye, û daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku bi hestyarî guh bide vê pirsê û dadperwerane be bi vê kirîzê re.
Jêder: Enadol+Hevbendî