Di dawiya heyva çilê paşî de kirîza Şekir li bazarên parêzgeha Hesekê vegeriya rojevê, û roj bi roj welatî rastî kêşeya vê piresgirêkê tên.
Ehmed Şêxmûs bazirganek ji bajarê Amûdê ye, ji malpera Hevbendiyê re da xuyakirin ku ev kêşe berdewam e û Şekir li parêzgehê bi giştî nema ye, ji ber girtina dergehê sînorî yê Sêmalka û dest têwerdana Partiya Yekîtiya Demuqrat û bazirganên ku bi wan re kar dikin.
Nemana Şekir li bazran bûye pirisgirêkek sereke ji welatiyan re û bi taybetî ji xwediyên çayxaneyan re.
Mesûd Xezna xwediyê çayxaneyekê li bajarê Qamişlo ye, ji malpera me re got ku eger ev kirîz berdewam bike ewê neçar bibe çayxananeya xwe bigre.
Her wiha Xezna balkişand ku pazirganên PYD yek ji sedemên serke ne di peydakirina van pirisgirêkan de.
Tê zanîn ku nirxê kîloyeke Şekir li parêzgehê berî vê qutbûnê gihştibû 700 lîreyên Sûrî .
Jêder: Hevbendî