Serokê komara Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan got: “kêşeyên navçeyê û di pêşiya wan de kêşeya terorê û kirîza pêla koçberiyê çareser nabe, bê rêkeftin û sazanê li ser çareseriyekê ku hemû xelkê Sûriyê pê razî bibin”.
Erdogan tekez kir ku armanca serekî ji bizavên tên mizaxtin ji bona çareseriyê di Sûriyê de ew gerantiya yekparçebûna xaka Sûriyê û paqijkirina wê ji terorê ye, û giheştina bo laşekî siyasî yê rewa, û got ku girêdana terorê bi çi olekê ve şaşîtiyek mezin e, û dibe helwestek wisa kirêtkirin be ji alîgirê heman olê re be, ji ber ku mafê jiyanê di hemû ol û ayînan de pîroz e, û dazanîn ku girêdana êrîşên terorîstê bi pirsgirêka penaberan ve bi xwe reve ji berpirsyariya mirovî, û daxwaza kar kir ji bona jinavbirina terorê, hevşan digel terxankirina kar û bizavan ji bona çareserkirina kirîza penaberan.
Hêjayî gotinê ye ku duhî Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê pabendbûna Hevbendiyê Tekez kir li ser dîtina çareseriya Siyasî ligor daxuyaniya Jinêv û berdewamiya bizavên Hevbendiyê ji bona yekrêziya opozisyona Siyasî û hêzên leşkerî, û herwiha tekezî li ser giringiya aktîvkirina biryara navdewletî 2165 kir, ya di deqa xwe de tekeziyê li ser gihandina alîkariyên mirovî bona navçeyên dorpêçkirî dike, û dîsa Xoca tekezî li ser hevkariya Hevbendiyê digel hewlên navdewletî kir ji bona gihiştina çareseriyek siyasî dadmend ku têde hêvî û xwestekên miletê Sûriyê û daxwazên Şoreşa wî ji bona bidestxistina azadiyê û guherînên ber bi demokrasiyê bêne cih.
Jêder:Hevbendî+Anadol