Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan tekez kir ko “Esed tiroristiya Dewletê bikar tîne û Rûsya û Îran berevaniya wî dikin,” û got: dewletên hevkariyê pê re dikin li pêşberî dîrokê dê siza bibin” û berdewam kir: ev pêngavên ko Rûsiya nuha kirin, û derbên leşkerî li Sûriyê tu awayê pejirandinê ji wan re nîn e,bi taybetî li bal me li Tirkiyê.”
Erdogan doh Yekşembê di kongirê Rojnamevanî de berî ko biçe serdana Frensa got ko ewî di serdana xwe ya Rûsyayê ji Filadîmêr Potîn re û berî serdanê jî di telefonê de gotiye ko Rûsya şaşitiyeke mezin dike.
her wiha Erdogan tekez kir ku Enqere penaberên bêguneh yên Sûriyê venagerîne Welatê wan û got:”çênabe em bêgunehan vegerînin xakeke ko bermîlên teqîner bi ser de dibarin.”
Çekên asmanî yên Tirkiyê li dijî Firokeke cengê ya Rûsiya derketin, li wilayeta Hatayî û ew bibal Sûriyê ve vegerandin. Her wiha Wezareta Derve ya Tirkiyê Balyozê Rûsî li Enqerê xwestin da nerazîbûna xwe jê re diyar bikin.
Her wiha Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoce doz li Civaka Navdewletî kir ko dijminkariya Rûsya ya ne yasayî li ser Sûriyê ya ko bêtir ji 60 qurbaniyan ji sivîlan ji nav wan zarok û jin jî jiyana xwe ji dest dan şermezar bikin.
Di nameyekê de ji Serokê Encûmena Ewlekariyê re Balyozê Ispanî Roman Orazon re şand, da zû kar bike ji bo êrîşên asmanî yên hovane li ser Şam û Hums û Hemayê birawestîne. Ew êrîşên xanî bi ser serê xwedanê wan de xirab kirin û Nexweşxane û Mizgeft û avahiyên Giştî wêran kirin.
xoce tekez kir ko “Êrîşên asmanî yên Rûsya parek ji hewldanên rûsî yên aşkere ne, da piştgiriya cenga Esed li dijî Sivîlên Sûriyê bike, hem jî beşdarbûna Rûsya li kêleka Rêjîmê ewê dike aliyekî yekser li dijî miletê Sûrî, û heye ko ew tûşî tawankariyên cengê jî bibe.”
Serokê Hevbendiyê bal kêşand ser ko eger Rûsya nehêle Encûmena Ewlekariyê karê xwe bike, gerek endamên din parastina sivîlan ji bombebarana asmanî dabîn bikin.
Jêder: Enadol+Hevbendî