Ligor daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya serokatiya komara Tirkiyê, Serokê Ameríka Doland Tiramp û serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, doh roja duşemê di pêwendiyeka telefûnê de, yeknerîn bûn derbarê giringiya dîtina serokê rijêmê Bişar Esed berpirsyar di ber kiryarên wî de.
Herdu serok li ser kêmyabarankirina bajarokê Xan Şîxon ji aliyê hêzên Rijêmê li 4’ê nîsana îsal axivîn, herwiha behsa dijîtiya hevbeş ya herdu welatan ji rêxistina DAIŞ a terrorist re kirin, û tekezî li ser giringiya dijîtiya xwe ji sercem girûpên ku terorê bikar tînin ji bo pêkanîna armancan kirin.
Ji aliyek din duhî koçka Spî di kurtasiyek rojnamevanî de got ku serok Tiramp wê siyaseta “hêlên sor” ya heman serokê berê Barak Obama li hember rijêma Bişar û Korya bakur pêrew neke.
Berdevkê koçka Spî Şon Sibaysir got ku Tiramp “wê pêgavên xwe wek serokê berê eşkere neke, û got: “bawer dikim ku wê Tiramp biryarên vebir bistîne li hember kiryara vê dawiyê ya serokê Sûriyê”, wek amajepêkirinekê li ser êrîşên firokên Amerîka li dijî firokxaneya Rijêmê wek bersiv li ser bikaranîna gaza “sarîn” li dijî sivîlan li Xan Şîxon.
Berdevkê koçka Spî balkişand ku serok Tiramp “wê şêweyê bersivdanê li paşerojê derbarê helwesta her aliyekî leşkerî yan yên din li hember herdu welatên navburî eşkere neke”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat