Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan tekez kir ko “Sala 2014an ya nû bûrî li Herêmê derd û êş tê de gihan asta herî bilind û bi taybetî li Sûriya û Îraqê ” û destnîşan kir li ser rewşa “xemsariya cîhanê li tiştên ko li wir dibin” Erdogan tekez kir ko “Welatê wî hemû bizavên xwe kirine û dike da aştî li Sûriya û Îraqê pêk bê.”
Tirkiya siyaseta deriyên vekirî li pêşiya Penaberên Sûriya û Îraqê pêk anî û salixê wan bi “birayên Penaber” da. Serokê Tirkiyê got: “Tirkiyê çi tiştê mirovî û wijdanî ko ji wê hatin kirin.”
Tê zanîn ko hejmara Derbideran li hundirê Sûriyê 7.3 milyon Sûrî ne, û Penaberên li derveyî Sûriyê Sê milyon in, ji wan milyon û dused hezar li Tirkiyê ne. Birêvebera karûbarên lezgîn yê Penaberan Valîrî Amos bal kêşand ser ko Zarok û Jin di rewşeke nebaş de dijîn û ji nav her pênc kesên Penaber li ser asta cîhanê yekî Sûrî heye.
Jêder: Ajans+Hevbendî