Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdoxan di hevdîtineke taybet de bi kenala El-Erebiyê re, hûrbîniyên devera aram li Sûryayê diyar kirin, û destnîşan kir ku wê deverek bi “pehnaya 98KM û kûrbûna 45KM hebe, û Em dikarin di qonaxa yekem de wê mîna devera bêtiror ragihînin, û di vê devera bêtiror de em dikarin kesên ku li Sûryayê bê war mane û kesên ku dixwazin ji kampên Tirkî vegerin bi cih û war bikin”.
Erdoxan berdewam kir ku rejîma Esed niha dest daniye tenê li ser 14% ji Sûryayê, û destnîşan kir ku erkên Rûsya dikevin warê alîkariya rejîmê bo damezirandina dewleteke wê ya biçûk.
Serokê Tirkiyê Erdoxan di gotineke telvizyonî de ji Istenbolê, duh Yekşemê, Iran bi şopandina siyasetên regezperist li Sûryayê di riya piştgiriya Beşarê Esed re tawanbar kir û got:” Eger Iran piştgiriya Esed ji ber sedemin regezperistî nekira, dibe ku îroj me pirsgirêkek mîna Sûryayê gotubêj nekiriba”.
Erdoxan Rûsya, Iran, Rêxistina Daiş, û şervanên partiya “Yekîtiya Dimuqrat” a Kurdî rexne kirin, û bi tometa kuştina kesên bêguneh li Sûryayê tawanbar kirin.
Jêder: Ajans