Erebistana Si`ȗdȋ deriyȇn xwe li pȇș xelkȇn Sȗrȋ ȇn li Yemenȇ bȇ șert ȗ merc vekirin, ȗ wȇ hemȗ cureyȇn alȋkariyȇ ji parastin ȗ niștecȋbȗnȇ ku ji wan re gerek e pȇșkȇ bike, ev yek jȋ piștȋ metirsiya ji ber șer ȗ têkçûna ewlehiyê ji ber ku milișiyayȇn Hȗsî ȇn bi rejȋma Iranȋ ve girȇdayȋ ne wan dorpȇçk dikin.
Hevendiya Niștimanȋ Sȗrȋ bixȇrhatina vȇ gava giring ku Erebistana Si`ȗdȋ pȇ rabȗ kir. Hevbendiyȇ berȋ niha bang li dewletȇn dost bo parastina jiyana Sȗryȇn li Yemenȇ dijȋn, ȗ misogerkirina derketina wan bi awayekȋ aram ber bi dewletȇn wan qebȗl bikin kiribȗ.
Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ alȋkarȋ ȗ piștgiriya xwe bo operasyona leșkerȋ ” Asifet El -Hezim” a ku mȋna bersivdanekȇ bo bangȇn parastina Yemen ȗ milletȇ wȇ ji zordariya ku milișiyȇn Hȗsȋ ȇn bi rejȋma Iranȋ ve girȇdayȋ ne dikin kiribȗ. Ȗ ev yek mȋna gavek di cih de ȗ rêgir e li ber pȇkanȋna eniyekȇ dijȋ pilanȇn rejȋma Iranȋ ku herȇma erebȋ bi tevayȋ armanca dike vedike.
jȇder: Hevbendȋ – Elerebiye