Şahê Si’ûdiyê Şah Selman kurê Ebdulezîz, duhî di vekirina civîna Encûmena Şêwerdariya si’ûdiyê de, tekezî li ser hewla Si’ûdiyê kir “bo parastina Sûriyê wek welatekî yekparçe bo hemû pêkhateyên gelê Sûriyê”.
Careke din Şah Selman daxwaza çareseriyek siyasî kir bo bidawîkirina şerê rêjîma Esed yê ji pênc salan ve li dijî gelê Sûriyê dibe, hevdem cext li ser giringiya veguhestina siyasî di Sûriyê de kir ya ku têde “yekîtiya Sûriyan û derketina hêzên biyanî û rêxistinên terorîst ji Sûriyê misoger bike, ew teroristên nikarîbûn li Sûriyê bimînin heger ne ji ber siyaseta rêjîma Esed ya ku bûye sedema qirkirina bisedhezaran ji xelkê Sûriyê û koçberkirina milyonehên kesan”.
Jêder: Ajans