Êrîşên firokên hevpeymana navdewletî li ser taxa Elbedû, yek ji taxên Reqayê ye, duh sêşembê, bûn sedema şehîdketina 12 sivîlan û birîndarbûna 12 sivîlên din .
Birêveberê “Toreya Sewt û Sûre” ya bo karûbrê herêma rojhilat, Mihemed Elxidir, di daxuyaniyekê ji acansa Simart re got ku heye hejmara qurbaniyan bêtir bibe, ji encama hebûna kelaxan û birîndaran di bin wêraniyên avaniyên ko firokên hevpeymanê li taxa Elbedû ew amanc kirine.
Elxidir diyar kir ko taxên di destê rêkxistina Daiş de mane bi bidehan guleyên top û mûşekan ji hêla milîtanên QSD ve, her weha bi bidehan êrîşên firokên cengê yên hevpeymana navdewletî têne amanckirin,.
Berê jî firokên hevpeymana navdewletî û topa milîtanên QSD di dehê vê mehê de bûn sedema ko 17 sivîl şehîd ketin û bi dehan birîndar bûne, li taxên ko di destê Daiş de ne.
Toreya Sûriyê ya mafê mirovan di raporta xwe ya 5 vê mehê de anî ziman ko hejmara qurbaniyên sivîl di meha tebaxê de li Sûriyê 772 sivîl in, 285 ji wan bi destê hêzên hevpeymanan hatine kuştin, û li gora toreyê 97 zarok û 58 jin di nav wan qurbaniyên bi destê hevpeymana navdewletî de hene.
Netewên Yekbûyî berî çend rojan daxwaza aramiyeke mirovî kir, ji bo kesên dorpêçkirî ji Reqayê derxînin, û ji hevpeymana navdewletî xwest ku êrîşên xwe yên dibin sedema kuştina sivîlan kêm bikin, û şerên di navbera milîtanên QSD, yên ji hêzên hevpeymanan têne piştgirîkirin, û Daiş de bûn sedema ko bi dehan kuştî û birîndar ji sivîlan bikevin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî