Rêxistina Netewên Yekbûyî ya ji bo Zaroktiyê, UNISEF, doh roja sêşemê , tiştê tê serê zarokên li derverên ji hêla rijêmê û piştgirên wê ve li rojavayê Sûriyê bombebaran dibin şermezar kir, û saziyê tekez kir ku “ ew bi tundûtûjiyê û sermayê û kêmbûna xwarinê dorpêçkirî ne”, û bal kişand ser ku wan êrîşan zêdetir ji 500 hezar zarok ji heyva kanûna pêşîn a 2019an de derbider kirine.
Û rêvebira cîbicîkar ya UNISEF , Henrita For, got: “Ti behane ji rewşa niha heye re tune ye” , û amaje kir ku “ zaok û malbat bi tundûtûjiyê û serma û seqemê û kêmbûna xwarinê û rewşa jiyanê ya dijwar dorpêşkirî ne”.
Û rêvebira cîbicîkirinê tekez kir ku “ ev piştguhkirina mezin ji saxlemiya zarokan û malbatan re, riftareke nayê pejirandin, û divê berdewam nebe”, û herweha got : “Dema bêdengmana tivingan hatiye, û divê tundûtûjî ji niha û ta hatahetayê raweste”.
Û UNISEFê kuştin û birîndarbûna 77 zarokan ji destpêka îsal de ji ber êrîşên hêzên rijêmê û Rûsiyê li ser deverê belge kirine, û Henriya For daxwaza parastina zarokan û jêrxaneya bingehîn a ku li ser dijîn kir, her weha xwest ku xebatkarên warê hewarçûnê bersiva hewcedariyên mezin bidin, li gor qanûna mirovahî ya navdewletî.
Û Mîşêl Başliye, karsparteya NY ya mafê mirovan, doh sêşemê, got ku nêzî 300 sivîlî bi êrîşên li bakurê rojavayê Sûriyê îsal mirine, û got ku 93% ji van qurbaniyan ji encama êrîşên hêzên rijêmê û Rûsiyê ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî