Welîd Elmuelim wezîrê Esed yê derve pabendiya xwe bi destpêşxeriya şanderê netewî Dî Mistora tekez kir bi mercê: ” Divê Dî Mistora pêşî ji me re tekez bike ku ev yekîneyên li Helebê li ser cemidandinê erê kirine, ya didwan ku wan mana li bajêr û çareserkirina xwe rewşa xwe hilbijartine, û li ser vegera rêvebiriya xwecihî bi tevahiya desthilatiyên xwe yên cuda û hêzên parastina sîstemê li taxên ku niha di bin destên wan de ne, herweha hêsankirina gihiştina alîkariyên xwaremeniyê di riya navdewletî re ku Şam û Heleb digihîne hev, û belvkirina van alîkariyan radestî desteyên Civaka Sivîl yên bi rêjîma Esed ve girêdayî ne bikin “.
Di nerîna Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî de Burhan Xelyûn ku armanca vê destpêşxeriyê cemidandina şer li ser eniyên bi hêzên Esed re ye, wê ” Alîkariyê bi rejîmê re di riya hevalbendên wê re ên Rûs û Iran bike, û wê bihêle ku berhemên şerê birçîkirinê û pîskirinê, kuştina tewş, û koçberkirina rêbazkirî ji xelkê re biçine, û wê hemû jiyanên sivîl li deverên ku di bin destên serbazan de ne bukuje. Çêkirina wek vê rewşê, di dawî de tê bi wateya pejirandina Sûryan bo danîna sînorekî ji bo tiştê ku çêdibin, bê ku tu guhertin, yan vegheztin di rejîma desthilatdar û desthilatdaran çêbibe misoger bikin, lê tenê himberî rêdana nemirinê di bin bermîlên teqîner de, û hatina alîkariyên navdewletî yên xwaremenî, anku di dawiyê de pejirandin û erêkirina rewşa ketwar ” .
Xelyûn wisa berdewam û zêde kir:” Dî Mîstora bi ramana xwe nêzî hêviyên gelek Sûryan bû bo karîna vekirina qulekê di dîwarê cenga hovane de veke, û pêşketin gaveke biçûk ber bi hedaniyê de, li ser riya dîtina çareseriyek siyasî bo pirsgirêka Sûrî ya asê. Normal e ev pêşinyar xeyala zarwên me yên li deverên dorpêçkirî yan yên derveyî desthilatiya rejîma Esed, bi qas tiştê ku ji wan re bidawîkirinê liba dike, bi kêmanî ji şerê birçîkirin, bermîlên teqîner û sotîner, û ji segvanî û teşbîha ji hemû cureyan. Lê mixabin, tu piroje bo çareseriya siyasî di destpêşxeriyê de tune ye”.