Wezîrê derve yê Firensî Loran Fabiyos tekez kir ku”Esed bi Kirdeyên xwe 250hezar kes kuştine û bi milyonan reviyane û derbider bûne” û diyar kir ku zanyarî destnîşan dikin ko Bombebarana Rûsî sivîl û Alayên Şoreşê yên netundrew amanc dike.
Di kongirekî rojnamevanî yê hevbeş digel hevkûfê xwe wezîrê derve yê Siûdî Adil Elcibêr li Riyadê doh lidar xistine, Fabiyos hêvî kir ko “rêza Yekîtiya Sûriyê bête girtin, ko her kes bê ko li milîbûnê binere dikare biaramî û aştî bijî. ” daxwaz kir ko siyaseta birçîkirinê ko rêjîma Esed li dijî Sivîlan bikar tîne bidawî bibe.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê derve yê Siûdî Adil Elcibêr tekez kir ko Opozisyona Sûrî ew tenê dikare destnîşan bike ku wê kî di danûstandinên çavnêrkirî bi Esed re nûnerîtiya wê bike.
Elcibêr got”Komîta bala ya di kongirê Riyadê de hatiye bijartin, ewe ya ko dê destnîşan dike wê kî di danûstandinan de nûnerîtiya wê bike, û çi kes nikare nûneran li ser Opozisyonê feriz bike.”
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûriyê mixabiniya xwe da xuyakirin li ser ko Rûsya naxwaze Esed di danûstandinan de yên ko wê li Cinêvê hefteya bê çê bibin beşdariyê bike.
Razgirê Desteya Siyasî yê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebde doh got: “Rûsya ji erkên biryara 2254an ya taybet bi benda daxwaz dike ko danûstandin di navbera Rêjîmê û Opozisyonê de çê bibe xwe vedikêşîne” ji ber berdewamî û rijdiya wê di bombebarankirina bajaran de û pêkanîna kuştaran û armanckirina rojane ji alayên Şoreşê re, û bikaranîna hêzên Esed ji siyaseta dorpêçkirin û birçîkirinê re ya ku bû sedema mirina bidehên kesan ji ber birçîbûnê.
Elebde destnîşan kir ko Rêjîma Esed û hevalbendên wî Rûsya û Îran heta vê kêlîkê dest ji çareseriya leşkerî benedane û di çareseriya siyasî de ne cidî ne, û beşdarbûna wan di civînên Viyena de û imzekirina wan li ser biryara 2254 tenê ji bo demê bêtir delîve û qezenc bikin. Tekez kir ku Rûsiya keleman li bêş çareseriya siyasî datîne .
Hevbendî+Acans