Şandek ji “Encumana Erebî Ya Berevaniya Di Ber Şoreşan Û Dimoqrasiyê De” doh, pêncşembê, serdana iyaleta Şanlî Orfa ya li başûrê-rojhilatî tirkiyê kir, ji bo ji nêz ve li rewşa penaberên Sûriyê temaşa bike.
Şande ji Serokê Tûnisê yê berê Munsif Elmerzûqî , çalakvana Yemenî Tewekul Kerman, Eymen Nûr serokê Partiya “Elxed” ya Misrî û Karsazê Sûrî Xesan Hîto pêk dihat, şandeyê serdana nivîsgeha “Riziq” ya ku alîkariya Sûriyan li Şanlî Orfa dike kir, li gel Yasîn Aktay cîgirê serokê Partiya Dad û Geşepêdanê ya Tirkî AKP.
Merzûqî got ku şande hatiye Tirkiyê ji bo şopandina rewşa Sûriyan li Tirkiyê, û spasiya xwe ji gelê Tirkiyê re anî ziman li ser mêvandariya wî ya çak ji wan re.
Ji hêla xwe ve , Kerman rawestana xwe bi gelê Sûriyê re nîşan da, û daxwaza piştgiriyê ji wan re kir ta azadiya xwe bidest ve bînin.
Rikberê Misrî Eymen Nûr Ji aliyê xwe ve diyar kir ku Esed sedema kuştina bihezaran e, û koçberiya milyonan ji dever û welatê wan e.
Hêja ye gotinê ku”Encumana Erebî Ya Berevaniya Di Ber Şoreşan Û Dimoqrasiyê De” bi serokatiya Elmerzûqî di yolyo/tîrmeha 2015de hatiye damezirandin, û hejmarek ji kesayetiyên siyasî yên sîmbol ji dewletên Buhara Erebî di nav xwe de dicivîne.
Jêder: Hevbendî