Loran Fabyos, wezîrê derveyê Firensa daxwaz ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî Daiş kir bo “Ginaiya karê xwe berde Helebê “, ya rastî gefên rêjîma Esed û tundrewan di heman demê de tê, û di nivîsarek xwe de ku di rojnameya “lîfîgaro” ya firensî û Rojnameya “waşinton post” ya Amerîkî û Rojnameya “Elheyat” ya Erbî de hatiye weşandin, ku “pêwîst e Heleb piştî Kobanê bête rizgarkirin”, û têde hatiye ku” îro Heleb tûşî metirsiya ketina di navbera bermîlên teqîner û serjêkerên Daiş dibe”, herwiha dupat kir ku” di rastî de Beşar Esed û Daiş du rûyên ji yek hovîtiyê re ne” û daxuyakirin ku” herdu dirinde bi vîneka hevpar digihên hev, ew jî daxwaza têkbirina hêzên şoreşger yên miyanrê di Sûriyê de ye”. di heman demê de hişyarî da ku destjêberdana Helebê tê bi wateye sizakirina 300 hezar jin û mêr û zarok ku li jêr dorpêçeka xwînewî li jêr bombeyên rêjîma Esed yan jî li jêr destê hovîtiya terorîstên Daiş de bimînin”. û dirêjî daye axaftina xwe ku” Firensa razî nabe li ser dabeşkirina Sûriya û hêlana 300 hezar nişteciyên helebê di çarenivîseke tirsnak de, lewra erkeke me ye ku em karê xwe ligel hevparên xwe li ser Helebê di hevpeymaniya navdewletî de xurt bikin, bi armanca pêkanîna du armancên diyar ku pêktê ji: pirkirina piştgiriya hêzên sûriyên şoreşger yên miyanrê, û parastina welatiyên sivîl ji teror û tawanên herdu cêwiyan :Daiş û Esed”. li aliyekî din serok Firenswa Holand serokê Firensa tekez kir ku karê me li “Kobanê” tenê bidawî nabe, û tekez kir ku”bajarê serekî” di vî şerî de Heleb e . têzanîn ku Salim Elmislit berdevkê Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Hevpeymaniya navdewletî kir ji bo” Standina pêngavên bilez ji boyî rizgarkirina Helebê ji dorpêç û ketina wê di nav pencên rêjîma Esed de, ku her xemsariyek yan kêmterxemiyek ji aliyê hêzên hevpeymaniyê di parastina Sivîlan de û di dijberiya terorê de, tê bi wateye têkçûna baweriyê bi rastgoyiya hêzên hevpeymaniyê li pêş miletê Sûriyê”.
Jêder: Hevbendî + Elerebiya