Serokê beşê veguhestinê di Wezarteat Peywendî û Veguhestinê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Fewzî Salih bidawîkirina operasyona zifitkirina kolanan di kampên Etmê de ragihand. Çînên ji zuxuran li kolanaên kampan hatin raxistin, dûv re hatin gundorkirin û rastkirin, rûberê giştî yê kolana gihişt 29000 Mitrên Çargoşî û bi qalindbûna 25 SMan, tevahiya pereyên ku li pirojeyê li kampa Elselame hat xerckirin24000 dolar bû, li kampa Keramê (Etmê) 50000 dolar bû, û dirêjahiya kolanên zifitkirî li her du kampan gihişt 5,2 KM.
Salih zêde kir: ” Me dît xelkê bi kêf pêşbazî dikirn ta para xwe ji zuxuran bibin bo raxistina erda binê konan ji tirsa Zivistanê, ji ber erd bi herî û çamûrê dibe mîna boblatekê “. Zarokekî ji kampê got: ” Ji ber zehmetiya me di Zivistana bûrî de kêşand, em bi zuxuran mîna kêfxweşiya me bi şekir û şêraniyê kêfxweş bûn “.
Wezareta Peywendî, Veguhestin, û Pîşesaziyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de ji beriya du heftiyan de dest bi zifitkirina riyan di hindirê kampên Etmê û Bab Elselame Bakurî Helebê de kiribû. Nivîsgeha rojnamegerî di Wezareta Peywendiyan de got: ” Zifitkirina riyên kampan bi zuxuran bo parastian penaberên Sûrî di kampan de ji sawîrê herî û golan ji ber baranên werzê Zivistanê û ji bo vekirina hemû riyan bo hêsankirina gihiştina alîkariyên mirovahî yên gerek “
Jêder: Hevbendî