(Hewlêr – Hîwa can) duh sêşemê 4-10-2014 li Hewlêrê civatek di navbera nûnerên Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûryê (ENKS) û Şepêla Dîmûkrat bi nûnerîtiya Ehmed Elcerba hat girêdan. herdû alî li ser rewşa sûriyê bi giştî û rewşa kobanê û Çiyayê Zawiya bi taybetî rawestiyan. Herdû aliyan tekez kir kû rêxistina Daiş metirsiyeke li ser tevahiya deverê û pêwîste kû gelê deverê bi tevahî pişta hev bigirin ji bo nehiştina wê, û di vî warî de rola Hevpeymaniya Navdewletî di şerê dijî Daişê de bilind hat nirxandin ,lê bi mercê ko êş azarên miletê Sûrî ji zordariyê rizgar bikin .
Di wê civatê de Ehmed El Cerba Rêkeftina Dihokê ya di nav (ENKS) û (TEV-DEM)ê de di bin siya serokê herêma Kurditanê Mesûd Berzanî de hatiye pêkanîn pîroz kir.
Hewas Egîd endamê şanda (ENKS) bo wê civatê, ji malpera me re tekez kir kû ew civat bi rengekî biratî û hevaltî derbas bû , her weha Egîd eşkere kir kû hin nûnerên eşîran jî di civatê de amade bûn û nerînên wan wek nerîna herdû aliyan bûn, bi taybetî sebaretî rêxistina Daiş û gefên wê li ser Sûriyê.