Roja 3 heyva çêreya paşî 2014 Encumana Xwecihî ya bajarê Amûdê û derdorên wê ya bi ser Encumana Niştimanî Ya Kurd Li Sûryê ENKSê ve, wek piştgiriyekê ji koçberyên kobanê re , 10 hezar lêyreyên sûrî radestî her xêzaneke penaberbûyî ji ber sosret û bobelata li Kobanê rûdaye û li Amûdê bicih bûye kir.
Di peywendiyekê de li gel Welat Ûcê Endamê Emîndariya ENKSê û Cîgirê Serokê Encuman Xwecihî tekez kir ku wan alîkarî li ser çardeh xêzanan belav kirine, Ûcê got: “Me 10 hezar lêyreyên Sûrî radestî her xêzaneke penaber kir, piştî destnîşankirina komîteke şopandinê ya ku di destpêkê de lêkolîn li ser serhejmara penaberan kir “
Welat weha jî got: ” em wek Encumana Xwecih herdem li gor karînên xwe bi erkê xwe derbarî hewcedarên li Amûdê radibin “.
Tê zanîn ku zêdetir ji 450 hezar kes ji bajrê Kobanê û gundewarên wê, ji ber êrîşên dewleta islamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser deverên wan penaber bûne.