Loran fabyos Wezîrê derve yê Firensa daxwaza arastekirina lêdanên Hevpeymaniyê berû Rêjîma Esed kir, ew derbeyên ku navê “cihê gumanê ne” li wan kir, da “Esed neçarê vekişînê bikin, û rê bide da li bakurê welat navçeyên parastî peyda bibin bo welatiyên Sûriyê”. û navborî da nasîn ku arastekirina êrîşên hevpeymaniyê berû Daiş bitenê, derfet da rêjîmê bo sûdewergirtina ji “evê rewşê bo veguhestina hêzên xwe”. û duhî navborî ji êzgeha Firinsa navdewletî re got ku”Em ligel şanderê Netewên Yekgirtî Stîvan Dî Mêstora hewl didin Helebê rizgar bikin, û ji aliyekî din kar bo avakirina navçeyên parastî dikin, ku di van navçeyan de firokên Esed û rêxistina Daiş nikaribin dûvçûna Sûriyan bikin. û dirêjî da axftina xwe û got:”Helwesta Dibolmasiya Firensî li pêş karekî wisa ye, lê divê em gelekan razî bikin, bi taybetî Amerîkiyan û yên din, lê niha Ez dubare dikim ku armanca me rizgarkirina Helebê ye”, û got:”Min berî niha bi çend heftiyan di rojnamevaniya Firinsî û ya navdewletî de jî ragihandibû ku pêwîst e Heleb bête rizgar kirin, ji ber ku di wê dema pêşketina Daiş li Kobanê hate rawestandin, hestek li rex min peyda bû ku Heleb wê bibe armanca pêştir ya Daiş û herwiha ya rêjîmê jî, destberdana ji Helebê tê wateya ku Sûriya û bi cîranên xwe ve wê di nav salan de di nav gêrê û tevlîheviyê de bijîn, û wê encamên mirovî yên xirab li pey derkevin”. Ji aliyekî din Hevbendiya Niştimanî nekarîna hêzên hevpeymaniyê derbarî”tevlîkirina rêjîma Esed di nav lîsteya armancên xwe de” heta vê gavê şermezar kir, ji ber ku rêjîma Esed êrîşên Hevpeymaniyê li dijî Daiş bo encamdana kuştarên zêdetir di derheqê gelê Sûrî de bikar tîne, û Salim Elmislit bi navê Hevbendiya Niştimanî dubare “daxwaz ji Civaka navdewletî kir bi hilgirtina bar û berpirsyaretiyên xwe li hember welatiyên Sivîl, û peydakirina parastina bilez bo wan û pirçekkirina artêşa Azad û avakirina Navçeyên aram û parastî li ser sînorê Sûriyê li bakur û li başûr”.
Jêder: Hevbendî+wekalat