Firensa doza vekirina yekser ji dorpêçkirina ku hêzên Esed li ser Medaya ferz dike, û derbaskirina alîkariyên lezgîn ji bo hemû deverên dorpêçkirî li Sûryayê li gor biryarên Encumena Ewlehiya Navdewletî.
Wezareta Firensî ya Karê Derve ev dorpêçkirina ku hêzên Esed ji berî heft heyvan de li ser Medaya ferz dike bi tundî şermezar kir û dît ku tiştek neqebûlkirî ye.
Daxuyaniyekê ji Wezareta Karê Derve a Firensî ku duh çarşembê derket got, di dema ku 40 Hezar kes ji birçîbûnê dimrin, rejîma Esed nahêle ku rêxistinên mirovahî derbas bibin bajêr.
Hevebemdiy niştimanî Bo Hêzên şoreşê û Hevrikiya Sûrî bal kişandibû ser bobelateke mirovahî ku jiyana kesên bi birçîbûn û sermê doprpêçkirî ne dixe metirsiyekê de, ku hêzên Rejîma Esed û milişiyên Hizbilla tirorist bajarê Medaya û Beqîn li Gundewarê şama Rojavayî ji berî çend heyvan dorpêç dikin û nahêlin bûjenên xwarinê yên sereke û pêwist bo berdewamiya jiyana 40 hezar sivîlî derbas bibin.
Komîta yasayî ya Hevbendiyê di daxuyaniyeke xwe de ji komkara erebî û Netewên Yekbûyî û şanderê Navdewletîyê Sûryayê xwest ku pirsyariya xwe derbarê sivîlên ji hêla komên çete yên Esed û Hizbilla tirorist li Medaya û deverên dî yên dorpêçkirî hilgrin, û yekser tev bilivin ta giyanê sivîlên bêguneh biparêzin û dorpêçkirina wan vekin û yekser kerwanên alîkariyên xwarin û dermanan bo bajêr bişînin, û pêkanîna biryarên Netewên Yekbûyî nemre 2139. Ku di bendê şeşan de hatiye” dive yekser ajansên mirovahî ên bi Netewên Yekbûyî û hevparên wan ve girêdayî ne bê kelem derbas bibin, di riya sînor re, ta gihiştina alîkariyên mirovahî ji bo hewcedaran di nêziktirîn rê re misoger bikin, ” herweha biryara 2254 a sala 2015an ku tê de heye” Divê rejîm sînorekî ji van êrîşên dijî sivîlan re deyne û dorpêçkirina ji hêla wî ve veke, û rê bide alîkariyên mirovahî, û êrîşên li ser her devaran rawestin”.
Jêderin tendirustî tekez kirin ku li Medaya bêtir ji 35 kesî ji ber birçîbûnê û sermê ji destpêka dorpêçkirinê de mirine, herweha bi dehan nexweşên jehriyê ji ber xwarina kaxezên daran û hin gihayên kelandî çêbûne, di heman dema hatina kesin nû bo navendên tenderustî û nexweşxaneyên meydanî ji ber jihişçûna bi sedema kêmxwarinê.
Jêder: Hevbendî