Do êvarî 12 kes bûne qurbanî di bombebarana Firokên Rûsya li ser Herêma di navbera Zemelka û Hize li Xûta Rojhilat, her wiha hejmara qurbaniyên mûşek û firokên Hêzên Esed li ser bajarê Dûma û Misraba giha 9 şehîdan ji nav wan endamekî berevaniya Sivîl.
Ew bombebaran pêk hat piştî ko Berevaniya Sivîl li Xûta Rojhilat piştgiriya Medaya, li jêr durişma”Laşek e û derdek e” rawestiya bûn.
Û doza komkirina alîkariyê kirin ku di daxuyaniyê de wisa hatibû: Em wek malbata Berevaniya Sivîl ya Sûrî em piştgiriya xelkên xwe yên li Meddaya dorpêçkirî ne dikin û em bi kampanya ”Laşek e û derdek e” radibin da bibe dikek ji bo bexşandinê, ew kampanî wê bi bexşana Xwedanên Xûzeyên Spî bi hinekî ji mûçeyê xwe dest pê bike.
He wiha li gelek teweran li Herêma Merc li Xûta Rojhilat di navbera Hêzên Esed û Milîtanên ko piştgiriya wî dikin ji aliyekî ve û Artêşa azad ji aliyê dî ve û di bin bombebarana Hêzên Esed li ser heman teweran şer berdewam e.
Her wiha hejmara Bermîlên teqîner yên ko firokên Esed avêtine li ser bajarê Dareyya di 24 demjimêrên buhirî de giha 50 Bermîlî.
Hem jî Hêzên Esed Bajar bi 21 mûşekên zemîn-zemîn ji cûreyê “Fîl”bombebaran kir. di heman demê de Şervanên “Lîwayê Islam” êrîşeke Hêzên Esed û Milîtanên ko piştgiriya wan dikin ji ser aliyê rojavayê bajêr vekêşandin. Û cihê ko ji dest wan çû bû vegerandin, û Tangek û erebeyek Şîlka xerab kirin û 5 leşker ji Hêzên Esed kuştin û gelek birîndar kirin, ji nav wan jî serpereştê komika êrîşkar, li gora ko Encûmena xwecihî li bajarê Dareyya ragihand.
Jêder: Hevbendî