Derbiderên Sûrî yên di Kampên ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê doh çarşembê ketin mangirtinê ji bo piştgiriyê bi hezaran kesên dorpêçkirî libajarê Meddaya li Bakur Rojavayê Şamê ji hêla hêzên Esed û Çeteyên Hizbullaha tirorist, û ji ber birçîbûn û sermayê nuha di rewşeke aloz de ne.
Her wiha Kampên Oryent û Kampa Belengaz Û Muhtacan û Kampa Zihûr2 û kampa Elomer û Kampa Emanê û hinek Kampên din ji bo piştgiriya Meddaya dorpêçkirî ketin mangirtinê, da weke nameyekê ji civaka navdewletî re be, da tevbigerin ji bo jiyana bi hezaran kesên dorpêçkirî rizgar bikin. Ewê ko cîhanê ew bi tenê li ber alava kuştinê û dorpêça hêzên Esed û Milîtanên mezebperest hiştine.
Her wiha Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û hevrikiya Sûriyê doz li Netewên Yekbûyî û Civaka Navdewletî û Hevalên Gelê Sûriyê kir bo tevgeregereke navdewletî ya lezgîn da alîkariyên hawarhatinê ji bo xelkên Meddaya derbas bibin, û hişyarî da ko çi derengî di evê mijarê de dê jiyana gelek bêgunehan têk bibe.
Jêder: Elerebî Elcedîd