Firensa duhî roja înê derbarê rijêma Esed got ku ew ti karî ji bo dîtina rêkeftineke aştiyê nake, û ew bi pêkanîna “komkujiyan” li navçeya Xûta rojhilat tometbar kir, ji ber ku hêzên wê 400 hezar kes li wê deverê dorpêç kirine.
Balyozê Firensa yê li NY, Cîrar Ero, li ser tiwêterê got ku rijêma Esed her ji destpêka ragihandina şerê xwe li dijî gelê Sûriyê, neketiye di çi danustandinan de, û çareseriya siyasî red dike, û hewil dide rikberên xwe nehêle.
Li aliyekî din, berdevka wezareta derve ya Amerîka Hîder Niwîrt, di daxuyaniyekê de piştivaniya bangewaziya şanderê navdewletî Steffan De Mestora kir, ya ji bo ku hevalbendên Rijêmê fişaran lê bikin ji bo bi temamî di danustandinên Cenêv de beşdar bibe, û herwiha amaje bi beşdariya erênî ya şanda desteya danustandinan kir.
Û cîgirê berdevkê wezareta derve ya Firensa Eleksender Corcînî, di bersivekê de ji rojnameyeke rojane re got: “çi alternatîvek nîne li şûna çareseriyeke siyasî ya bi rêka danustandinan û bi rêkeftina herdu aliyan û libin çavdêriya NY”.
Corcînî got ku Rûsiya wek aliyekî hevalvendê Rijêmê û gerantor ji pirosya Asatana re, pêwîst e gavan bavêje ji bo rawestandina bombebaranê û misogerkirina gihandina alîkariyên mirovî bi aramî û bê astengî ji xelkê pêwîstdar re.
Corcînî tekez kir ku rijêma Şamê berpirs e, dema ku rê bêne girtin li pêşiya gihandina alîkariyên mirovî ji navçeyên dorpêçkirî re, û herwiha ew berpirsyar dît li hember komkujiyan nemaze bi rêka bikaranîna dorpêçkirinê wek çekekî şer.
Û Corcînî, herdu palpiştên Esed, Rûsiya û Îran tometbar kirin, ji ber nekarîna wan a cîbicîkirina agirbestê li Xûta rojhilat ya ku dikeve di çarçova navçeyên kêmkirina tundutîjiyê de.
Ev axaftina karbidestê Firensa hevdem hat ligel bangewaziya serokê desteya danustandinên Sûriyê li Cenêv Nesir Elherîrî bo NY û şanderê navdewletî Steffan De Mestora û agehdarkirina civaka navdewletî li ser hewlên Rijêmê ji bo têkşikandina piroseya siyasî ya li Cenêv.
Hevdem Elherîrî gotibû ku danustandinên Cenêv di metirsyeke rasteqîn de ne, û cext kir ku divê civaka navdewletî û encûmena ewlehiyê piroseya danustandinan biparêzin, û bal kişandibû ku hin hatine ji bo jinavbirina danustandinan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/Wekala