Duhî roja yekşemê, gund û bajarokên “Bêtcin” yên li gundewarê rojavayê Şamê ji aliyê hêzên Esed û milîsên wê bi zêdetir ji 800 top û mûşekan hatin bombebarankirin, û têde hejmarek sivîl şehîd ketin û birîndar bûn.
Tê zanîn ku hêzên Esed û milîsên Îranê her zêdetir ji 3 heyvan ve berdewam in di oparesyonên leşkerî de dijî navçeya gundewarê rojavayê Şamê, û taxên nişteciyan bi hilîkoteran û bermîlên teqîner û top û mûşekan armanc dikin.
Û çalakvanên gundewarê Şamê tekez kirin ku navçeya “Bêtcin” di 24 demjimêrên borî de bi nêzîkî 800 top û 50 mûşekên “erd-erd” û mûşekên “fîl” û bi sedan top û rokêtên corbicor hatin bombebarankirin.
Û çalakvanan got ku hêzên Esed di hewlên xwe yên serbazî de li ser navçeyê, siyaseta “qada şewitî” pêrew dikin, û bal kişandin ku hêzên Rijêmê radibin bi binpêkirineka rêkeftina “kêmkirina tundutîjiyê” bi hewlên xwe yên ji bo kontrolkirina Xûta rojhilat.
Hêjayê gotinê ye ku desteya danustandinên Sûriyê di geşta dawiyê ya danustandinên Cenêv de, daxwaza rawestandina bombebarankirina li ser Xûta rojhilat kiribû, û tawanên li Xûta bi tawanên şer û dijemirov binav kiribûn.
Û wêneyên hin zarokên lawaz yên Xûta rojhilat ji aliyê dezgehên ragihandinê ve hatibûn belavkirin û gotibûn ku ew bi sedema kêmbûna xwarin û vexwarinê lawaz bûne, hevdem ku NY ji berî çend heftiyan giringiya rakirina 540 kesên nesax di nav wan de zêdetir 130 zarokan ji navçeya ji aliyê hêzên Rijêmê ve dorpêçkirî ye ragihandibû.
Û herwiha ji aliyê hin pizîşkên Sûrî ve hoşiyarî hatibû dan, ji bobilateke mirovî û gefên mirinê li ser jiyana 1200 nesaxên nexwşiya penceşêrê, ku 32 nesaxan jiyana xwe jidest dan ku piraniya wan jin û zarok bûn bi sedema tinebûna derman û çareseriya pêwîst.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî