Giliyekî dadwerî ji aliyê 13 girtiyên berê yên di girtîgehên rijêma Esed de, bo cîgirê giştî yê Elmaniya federal hat pêşkêşkirin, dijî hin kesayetiyên pilebilind yên artêşa Rijêmê û berpirsên Ofîsa Ewlehiya Netewî û Hewalgeriya Asîsmanî,.
Herwiha navên dezgehên ewlehî û hewlegeriya Esed di giliyê dadwerî de yê ji aliyê girtiyên berê pêşkêş bûye de hatine, ji ber kiryarên eşkencê û binpêkirina mafên mirov û encamdana tawanên şer di zîndana Mezê ya paytextê de û di girtîgeha Seydnaya de ya nêzîkî Şama paytext.
Ji aliyek din, duhî roja çarşemê, Rêxistina Lêborîna Navdewletî gotibû ku dozgeriya dadwerî bi piştgiriya Rêxistina mafnasî û “navenda Ewropî ya mafên destûrî û mafên mirov” hatiye pêşkêşkirin, û dozgerî ji aliyê hin mêr û jinan hatiye pêşkêşkirin li dijî 27 kesayetiyên pilebilind yên artêşa Rijêmê û berpirsên ofîsa ewlehiya netewî û hewalgeriya asîmanî.
Û Entonî Nord, rêveberê “dezgeha Haynriş Pol” yê karubarê rojhilata navîn û bakurê Afrîkayê, ya nêzîk ji partiya kesk ya Elmanî got ku dozgerî bi alîkariya parêzerên Sûrî hat bilindkirin, û bal kişand ku ew yek bi piştgiriya dezgeha wan bû, û daxwaza “kirina hemî hewldanan kir ji bo nehêlana eşkencedana rêbazkirî ya di girtîgehên rijêma Esed de dibe”.
Û Folfgang Kalîk, rêveberê giştî yê ” Navenda Ewropî ya mafên destûrî û mafên mirov” bal kişand ku “eşkencedan beşek cewherî ji DNA’ ya rijêma Esed e”.
Û rijêma Esed ji aliyê rêxistinên navdewletî yên serbixwe ve, bi tawanên şer li dijî girtiyên di girtîgehên xwe de tê tometbarkirin, û li demekê pêştir rêxistina “Human Rights Watch” hatibû li ser behsa kiryarên eşkencedanê yên hovane li dijî girtiyên siyasî û herwiha eşkere kiribû ku hêzên Rijêmê piştî mirina girtiyan “sotangehan” bikar tîne ji bo şewtandina termên wan yên dimirin bi sedema kiryarên eşkencedana rêbazkirî”.
Û girtî di zîndan û girtîgehên ewlekariya rijêma Bişar de rastî gelek şêwazên eşkencedana hovane dibin, û ew dibe sedema mirinê yan jî nexweşiyên demdirêj, hevdem ligel bêparkirina wan ji xwarin û derman û çareseriya pêwîst.
Hêjayê gotinê ye ku 117 hezar girtiyên ku navên wan belgekirî ye hene, her ji destpêka şoreşê û heta destpêka sala 2017 an, ligor belgeyên Tora Sûrî ya mafên mirovan, û diyar kiriye ku amarên wê amaje dikin ku hejmar ji 215 hezar girtî bilindtir e.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî