Çil Rêkxistinên nefermî şermezariya xwe diyar kirin der barê“Rêbuhêrkên qaşo mirovî ne” yên ko Rûsya ragihandine li derdora Taxên Helebê yên rizgarbûyî yên ko ketine ber dorpêçkirina hêzên Esed û milîtanên li rex wî şer dikin.
39 Rêkxistinên Sûrî û Herêmî û Navdewletî di daxuyaniyekê de gotin: “Pêşinyara hevbeş ya Rêjîma Esed û Rûsya ya ji bo çêkirina Rêbuhêrkên Mirovî li Rojhilatê Helebê, ji hêla mirovî ve ne guncayî ne.”
Van Rêkxistinan û -ji nav wan jî çend Desteyên çalak di biwara alîkariyên mirovî- dibînib ku ev pêşbînî “veciniqînekê çêdikin”, û eger “ev operasiyon birastî mirovî ba, niştecih mecbûr nedikirin têkevin nav du bijardeyan de, yan reva bibal êrîşkerên xwe de, an di herêmeke dorpêçkirî de bimînin ko herdem tête bombebarankirin”.
Daxuyaniyê got”hata ku bombebaran û şer berdewam e, û çi pêrabûn nîn in ji bo baweriyê vegerînin, çi sedemekî rewa nîn e ko bihêle hevwelatî van Rêbuhêrkên mirovî bawer bikin.” berdewam kir “em ji netewên yekbûyî daxwaz dikin ko wan kesên dixwazin ji herêmê derkevin biparêzin.”
Û van Rêkxistinan berdewam kir”ev pêşbînî ya derketina hêmin, gerek bi çi halî nebe behane da ew sivîlên ko bimînin binkin amancên rewa ” û dibînin ko Pêşinyara Rêbuhêrkan “metirsiyên mezin li pey hene” ji xelkên taxên ko hatine dorpêçkirin re.
Komîta Sûrî ya mafê mirovan di raportekê de doh got ku kuştarên rêjîma Esed û hevalbendên wî li bajarê Helebê di meha tîrmeha buhirî de, giha bilindtirîn ast ji destpêka Şoreşê ve bi amanca dorpêçkirina sivîlan û girtina ser bajêr.
Komîta Sûrî ya mafê mirovan 68 kuştar di meha tîrmehê de belge kirine, û ji destpêka sala 2016an de ev asta herî bilind bû. her wiha komîtê kuştina 2120 kesan ji nav wan 365 zarok û 207 jin û 37 li bin êşkenceyê belge kirine.
Her wiha Şandyarê Navdewletî ji bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora ji Rûsya daxwaz kir ko dev ji gihandina alîkariyan di Rêbuhêrkên mirovî re berde. Û bêtir got “Netewên Yekbûyî û şirîkên wê pisporî libal wan heye û dizanin bê çi bikin. Gihandina alîkariyan bo sivîlan li kîjan cihî be, ew e sedema hebûna Netewên Yekbûyî li wir”.
Hem doz kirin ko giring e kesekî mecbûrî derketina ji Helebê nekin.
Jêder: Hevbendî+Alcezîre