Hevpeymana navdewletî ya li dijî Daişê li Sûriyê û Îraqê bi serpereştiya Emerîka şer dike, duh pêncşembê mukur hat ko hêzên wê bi êrîşên asmanî 51 sivîlên din kuştine, ko di sê salan de nekêmî 786 sivîl kuştine.
Hevpeymana navdewletî ya Emerîka serpereştiya wê dike di sê salan de 27hezar û 566 derb li baregehên rêkxistina Daişê dane, di encamê de 1266 gilî hatin kirin ko sivîl di van derbeyan de hatine kuştin, lê hevpeymanê mukur hat ku tenê 194 gilî ji wan rast in.
Roja sêşemba borî 17 rêkxistinên sivîl li Sûriyê daxuyaniyek derxistine bi navê ‘’ belgeya helwesta derbarê Dêra Zorê‘’ daxwazê ji hevpeymana navdewletî bi serpereştiya Emerîka dikin ko rêzgirtina mafê mirovan ji pêşindeyên wê bin.
Daxuyaniya rêkxistinan daxwaz ji hêzên hevpeymana navdewletî û yên hevkarin pê re kir ko pabend bin bi yasaya cengê di operasiyonên leşkerî de, û hemû pêrabûnan bikin tako sivîl neyêne kuştin û vekolînê bi zelalî di êrîşên ko sivîl di wan de bûne qurban bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê komkujiyên hovane yên ko di wan de bi dehan şehîd ketine pirotesto kir, û berpirsiyariya wan da ser milê Rûsya û Esed û milîtanên terorîst yên Îranî û rêkxistina Daiş.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî