Hevpeymaniya navnetewî ya bi serkêşiya Amerîkayê bi berpirsiyariya xwe mukir hat, di ber kuştina bêtir ji hezar kesên sivîl bi oparesyonên esmanî yên ji sala 2014’an ve li dijî çeperên çeteyên DAIŞê li Iraq û Sûriyê.
Hevpeymaniyê di raportekê de li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku êrîşên esmanî yên li dijî rêxistina terorîst bûne sedema kuştina bi kêmanî 1190 sivîlan “bê mebest” li Sûriya û Iraqê.
Lê Rêxistina “Air Wars”, behsa hejmareke zêdetir ya qurbaniyên êrîşên Hevpeymaniyê kir, û li gor serjimêriya wê rêxistinê, heta îro bêtir ji şeş hezar sivîlan hatine kuştin di van êrîşan de.
Û daxuyaniya Hevpeymaniyê bal kişand ku bêhtir ji 194 raport derbarê qurbaniyên sivîl ji aliyê Hevpeymaniya Navnetewî hatine, û 12 raport ji wan di meha çilê borî de hatibûn belavkirin, û bal kişand ku pênc raport tenê ji wan “cihê baweriyê” ne, û li gorî daxuyaniyê hê jî 182 raport vekirî ne.
Hevpeymaniyê diyar kir ku 32 397 êrîşên esmanî hatine pêkanîn li dijî çeperên çeteyên DAIŞê li Sûriya û Iraqê di navbera 2014 û heta dawiya meha çilê borî.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî gotibû ku ti behane ji armanckirina sivîlan re nîne, û bang ji bo vekolîneke berfireh derbarê sercem operasyonên Hevpeymaniyê yên sivîl têde hatibûn armanckirin kiribû, û daxwaza sizadana hemû kesên berpirsyar û qerebokirina malbatên qurbaniyan kiribû.
Hevbendiya Niştimanî gotibû ku êrîşên li dijî çeperên DAIŞê, bi taybetî di vê dema hestyar de, divê pir hûrbîn û bi rêkûpêk bin, û bal kişandibû ku nayê qebûlkirin ku xelkê sivîl bac û bihayê lez û bezê bidin, ya digihêja asta sivikatiya bi jiyana mirovên bêguneh.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî