Ji ber rawestana gelek bijîşkan ji kar bi sedema rewşa ewlekarî, Komîta Navdewletî ya Xaç û Heyva Sor ragihand ku wê budcya xwe ya tendirustî bo Sûrî 3 caran ji niha bêtir bike, ta ku piştî zêdekirinê bibe 12e Melyon Yoro.
Di heman mijarê de komîtê bangek bo Civaka Navdewletî şand tê de pêwistiya danheva peran û pêşkêşkirina alîkariyên xwarinê,û amûrên tendirustî bo parastina Sûriyên ji bermîlên Esed û bumbebarankirina firokên wî ji bajarên Sûrî re ziyan gihaye wan.
Razgirê Giştî yê komîta navdewletî diya kir:” Em naxwazin kesinan bibînin ji mirina bi bumbe û gulleyan ruha bûne û ji ber kêmbûna amûrên tendirustî yan ji ber birînin sivik ku merov dikare yekser derman bik bimrin “.
Jêder: Hevbendî – Ajans