Hêzên hevpeymana navdewletî duhî çarşembê komkujiyeke nû li rojhelatê Dêra Zorê pêk anîne, di encamê de 25 sivîl hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne, bi sedema ko firokên wan bi çend êrîşan bajarê Hecîn bombebaran kirin.
Çalakvanên xwecihî gotin ku firokên hevpeymana navdewletî di 24 demjimêrên bûrî de, bêtir ji 40 êrîşan bi mûşekên teqîn-xurt birine ser nexweşxaneya giştî û depoya ard û malên tije sivîl li hindirê bajarê Hecîn.
Berê jî firokên hevpeymana navdewletî bajarê Hecîn roja sêşembê bombebaran kir, û di encamê de bêtir ji 20 kesan ji nav wan jin û zarok şehîd ketin, dema ko hêzên hevpeymanan bajarokê Elsûse li gundewarê Şamê bombebaran kirin.
Sivîlên dorpêçkirî li hindirê bajarê Hecîn û bajarokên derdorê di rewşeke dijwar de dijîn bi sedema xurtbûna şer di navbera milîtanên PYD û rêkxistina Daiş li herêmê, û bombebarana berdewam a firokên hevpeymana navdewletî, ko rojane dibe sedema ketina bi dehên kuştî û birîndaran.
Ji hêleke din ve Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz kir ku êrîşên Hevpeymana navdewletî yên ser sivîlan li gundewarê Dêra Zorê rawestin, û got: giring e vekolîn di tawankariyê de bibe, hem jî di hemû tawankariyên dijî sivîlan de, û nedubarekirina wan dabîn bibe.
Rêkxistina lêbûrîna navdewletî heyva bûrî di malpera xwe ya fermî de, aşkere kir ko dest bi pirojeyekî nû kiriye, ew jî alîkariya çalakvanan e, bo destnîşankirina ko çawaa hêzên Hevpeymana navdewletî 80% ji bajarê Reqa wêran kirine.
Rêkxistin bi vî şêweyî dixwaze ko bihêle Hevpeymana navdewletî bêtir berpirsiyariya wêrankirinê hilîne, û vekolîneke taybet bo kuştina bi sedan sivîl bibe, ko texmînên Netewên Yekgirtî destnîşan dikin ko bêtir ji dehhezar avahî an 80% ji bajêr wêran bûye.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî