Penaberên Sûrî duhî yekşembê çalakiyeke taybet bo zindîkirina bîranîna şehîd Ebdilbasit Elsarût li paytexta Firensa Parîsê rêkxistin kirin, û tekez kirin ko xwîna wî dê ronahiyek be ji rêka şoreşê re ya ko veger jê nîn e, tako bigehên Sûriyeke dîmuqrat û azad.
Çalakî bi vîdyoyeke hevalê rêka Sarot Hadî Elebdelah dest pê kir, tê de soz da kesên amadebûyî ko ew dê li ser rêka hevalê şoreşê bimeşin, her weha bang li hemû Sûriyan kir ko li ser vê rêkê bimeşin heta serkeftinê û Sûriya bigehîn azadî û rûmetê, û bal kêşand ser ko ev daxwazî ne ji wî ye, lê ji dayika şehîd e, dema got: ew Ebdilbasit di rûyê her xortekî Sûrî de dibîne.
Xwepêşandan bi siloganên Elsarût germ bû ji wan jî ‘’bêriya azadiyê kiriye ‘’, ‘’ bihişt e, bihişt e, bihişt e, welatê me‘’, her weha di çalakiyê de helbestvan û diblomasî Nûredîn Ellibad helbestek xwe xwend, û hin vîdyo li ser jiyana Elsarût hatine pêşkêşkirin, paşî xwepêşindan ber bi meydana Montiroy çû.
Û çalakvanên sûrî di 11 vê heyvê de li Almanya, li bajarê Dortmond û iyaleta Hamborg, bi sedan ji bo Sarût derketibûn . Her weha penaberên sûrî li Berlîna paytext xwepêşandanek girs li dar xistibûn tê de Abdulbasit Sarût di bîra xwe de anîn, û xwepêşanderan tekezî li ser berdewamî û pabendbûna bi şoreşê kirin, ta pêkanîna tevaya armancên wê, û careke din siloganên ruxandina rijêmê bilind kirin.
Û ji hêla xwe ve , Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûrî pesnê zêrevanê şoreşa Sûriyê da û got ku “ Ew îro xatirê dawî ji rastgotirîn sîmbolên şoreşa Sûrî dixwazin”, û her weha got ku di riya nameyên qurbanî û comerdiya Sarût re, em “ armanca şoreşê ya sereke, ya ku şehîdê leheng di ber de tevlî tevaya şehîdên şoreşa sûrî ya gewre têdikoşiya, û ew jî azadî û dadwerî û wekhevî ye, di bîr tînin”.
Tê zanîn ku şehîd Abdulbasit Alsarût ji dayikbûyên parêzgeha Himsê ye, sala 1992, û ew yek ji navdartirîn werzişvanên bajêr bû, berî ku ji yana xwe bê dûrsistin ji ber helwestên wî yên li gel şoreşa sûrî 2011 , û beşdarbûna wî di xwepêşandanên aştyane yên li bajêr pêk dihatin de, her weha beşdarbûna wî di operasyonên leşkerî de yên dijî hêzên rijêmê di salên ji 2013 ta 2019, ku di wan de jiyana xwe jidest da piştî birîndarbûna wî li şerên li gundewarê Hemayê de.
Jêder: Ofisa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans