Bi sedan Libnanî doh înê îvarî li paytexta Libnanê Beyrûtê xwenîşandan kirin dijî berdana wezîrê berê Mîşal Semahe yê ko bi tawankariyên tirorist tawanbar e. Doz kirin ko dîsa dadgeh bibe û karûbarê dadgehên leşkerî tenê karûbarên leşkerî bin, bê ko têwirdanê di yên sivîl de bikin.
Bi sedan ji xortên hêzên “14 Adarê” û Partiya Pêşverû ya Sosyalist ya bi serokatiya Welîd Cenbolat derketin xwenîşandanê li meydana Sasîn li herêma Eşrefiyê li Beyrûtê nêzîk mala Semaha ya ko bi pêrabûnên leşkerî yên tund ji aliyê dezgeha ewlekariya Libnanî ve dorpêçkirî bû.
Xwenîşandanan ala Libnanî û Alên Partiyên xwe yên hêzên “14 Adarê” bilind kiribûn, û bi siloganên pirotestokirina Semaha û dadgeha leşkerî û rêjîma Esed û Milîtanên Hizbullah û Cîgir Mîşêl Ewn dengê xwe bilind kirin. Hişyarî jî dan ko biryara berdana Semaha “rewakirina tawankariyê ye, û nîşneke nû ye ko hêj hinek dadgehên Libnanî di bin kontrola Esed de ne. ”
Hevrêzkarê Beyrût yê partiya “Elqiwat Ellibnaniye” Îmad Wakîm di gotina xwe de li xwenîşandanê tekez kir ” ko ewê tevgerê bikin ta dadgeh dubare bibe” hem got”ko ew Mîşêl Semaha li herêma Eşrefiyê napejirînin”
Wakîm tekez kir ko “biryara berdana Semaha ne rewa bû, bervajî, ew nîşana rewakirin û yasakirina tawankariyan e” bêtir got “tiştê ko bû di derheqê Libnanê û navûdengî û dadgehên wê de û xewn û hêviyên Libnaniyan de tawankariyek bû.”
Ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê karta xortan di Şepêla Paşûerojê ya Libnanî de Wîsam Şiblî got: “Na ji biryara di bin zora çekan de(Çekên Milîtanên Hizbullah mebest kir) û nameya me ew e, em dadgeha leşkerî û biryarên wê red dikin.” Got: “giring e nokerê Esedê tawankar Mîşal Semaha ne tenê ji Eşrefiyê belê ji Libnanê bar bike û li Sûriyê vegere.”
Dadgeha temyîza leşkerî ya Libnanî berî du rojan biryara berdana Mîşêl Semaha derxist, yê ko bi guhastina bombeyên teqîner ji Sûriyê ber bi Libnanê ve tuhmetbar bû. da ko êrîşan li ser bakurê Welat bi hevrêzî li gel fermanberê Nivîsgeha Ewlekariya Netewî ya Muxaberatên Esed Elî Memlûk pêk bîne.
Tawanbar Semahe bi xwe li xwe mikur hatiye ji bo plankirina ji teqînan re di meha Rojiyê de li bakurê Libnanê li ser daxwaza dezgeha Ewlekariya Rêjîma Esed piştî ko ew di 09.08.2012an de hat girtin.
Tê zanîn ko Emerîka di sala 2007an de derbasbûna çend kesayetiyên Libnanî yên hewedariya Esed dikin bo xaka xwe qedexe kir. “bi sedema ko kirine an hewldane ko aramiya Libnanê û abûriya wê jiberhev bixin.”
Jêder: Ajans