Pêla redkirina navnetewî zêde dibe li hember encamên kampanya leşkerî ya ji aliyê hêzên rejîma Esed û Rûsya li ser gundewarên Idlib û Hemayê dibe, ku bûye sedema mirin û birîndarbûna bi sedan û derbiderbûna nêzî 300 hezar welatiyên sivîl ji gund û bajarokên xwe.
Komîsyona Navnetewî ya NY ji bo lêpirsînê li Sûrîyê hişyarî da ji peydabûna karesatek mirovî ji ber kampanya leşkerî ya hêzên rejîma Esed û Rûsya li ser deverê.
Serokê Komîsyona navhatî, Paulo Pinheiro, duhî roja pêncşemê di press konferansekî de got ku raport gihiştine komîsyonê li ser êrîşên rejîmê li dijî bakurê Hema û başûrê Idlibê, ku bûne sedema mirin û birîndarbûna hejmareke mezin ji welatiyên sivîl, di nav de jin û zarok, û tevî wêrankirina binesaziya medenî tevî têkbirina hin dibistan û nexweşxaneyan.
Û diyar kir ku berdewamiya topbarana esmanî di çend hefteyên borî de, hevdem digel nebûna wargehên ewle ji bo sivîlan, û koçberbûna pitir ji 152 hezar kesî her ji 29’ê nîsana borî de, û hejmara derbideran di sê mehan de gihişt 290 hezar kesên derbider.
Û sê welatên endam yên Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî bang ji bo lidarxistina civîneke awarte li roja Înê kirin ji bo gotubêjkirina rewşa li parêzgeha Idlibê, ya rastî kampanyayek leşkerî ji aliyê rejîmê û Rûsya ve her ji dawiya meha nîsanê de dibe.
Hin dîplomatkarên Netewên Yekbûyî gotin ku daxwaznameyên fermî ji bo lidarxistina komcivîneke awarte hatine pêşkêşkirin ji aliyê Kuweyt, Almanya û Belçîkayê ji Serokê Konseya Ewlekariyê re, balyozê Indonesian “Diane Trellancia Dajani”, yê ku welatê wî niha serokatiya xula demî ya Konseyê dike.
Wezîra derve ya YE, Federica Mogherini, pêr roja çarşemê, kampanya leşkerî ya rejîmê û Rûsya li ser gundewarên Idlib û Hemayê, bi armanckirina dibistan, nexweşxane û malên sivîlan bi “binpêkirineke berovajî yasa navnetewî” pejirand bû.
Mugireny gotibû ku “Yekîtîya Ewropayê balê dikişîne ku Rûsya û Tirkiyê, du dewletên gerantor yên peymana Soçiyê ne, lewra divê herdu vê rêkeftinê cêbicê bikin”, ya ku hatiye li ser bicihkirina agirbestê li parêzgeha Idlib û derdora wê.
Ji aliyê xwe ve, serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Abdul Rehman Mistefa, bang ji bo destpêşxeriyeke navnetewî kiribû ji bo rawestandina tawanên şer yên dibin ji aliyê rêjîma Esed û hevalbendên wê li dijî gundewarên Idlib û Hemayê, ku bûne sedema ketina bi sedên qurbaniyan, zêdebarî wêrankirina dibistan, nexweşxane, û navendên girîng.
Herwiha Netewên Yekbûyî, li ser zarê berdevekê xwe yê karubarên mirovî li Sûriyê, David Swanson, duhî li roja sêşema borî nîgeraniya NY xuya kiribû li hember berdewamiya oparesyona leşkerî, û ragihandibû ku “Netewên Yekbûyî nîgeran e li hember zêdebûna êrîşên esmanî li ser navendên medenî û jêrxana bingehîn”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî