Rêkxistina Hiyomen Rayitis doza vekolînekê dike, derbarê êrîşên Rûsya li ser bajarê Telbîsê yê bakurê Humsê, yên di encama wan de 17 Sivîlan jiyana xwe jidest dan di 30 Eylûnê de ku ew roja yekem ji êrîşên Rûsya li ser Sûriyê bû.
Firokên Rûsya çend êrîş dan ser Hums û Resten û Zaferana di encamê de 60 qurbanî çûn û bi dehên birîndaran ji zarok û jinan.
Hiyomen Rayits ji hin çalakvanan guhast ko cihên Firokên Rûsî ew amanc kirine, çi bargehên leşkerî û yên şervanan di nav de nîn in.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û hevrikiya Sûriyê doz li Netewên Yekbûyî kir ko bi erkên xwe yên yasayî û mirovî û sincî derheqê gelê Sûrî rabe. Her wiha doz li Komkara Erebî kir ko êrîşên Rûsya û tawankariyên wê pirotesto bike. Û civîneke awarte di evê derbarê de lidar bixe û her wiha giring e ko Encûmena ewlekariyê biryarekê derxe ko Rûsya neçar bike ji bo êrîşên xwe rawestîne û di cih de ji xaka Sûriyê vekişe.
Hevbendiya Niştimanî dubare karên tiroristî yên ko Rêjîma Esed û Rûsya û Îran dikin, her wiha helwesta Navnetewî ya sist li beraber evan binpêkirinan pirotesto kir.
Jêder: Hevbendî+Elerebiye