Tuesday, May 13, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Siyasî

“Human Rights Watch” Tawaneke Kuştina Şeş Zarokan li Gundewarê Idlibê li ser Destê Rejîma Esad Aşkere Dike

January 12, 2019
in Nûçeyên Siyasî
Reading Time: 3 mins read
A A
“Human Rights Watch” Tawaneke Kuştina Şeş Zarokan li Gundewarê Idlibê li ser Destê Rejîma Esad Aşkere Dike

Rêxistina “Human Rights Watch” piştrast kir ku dibistanek li Idlibê ji aliyê rejîma Esed bi roketên giran hat bombebarankirin, û têde hejmarek ji zarokan şehîd ketin, û dît ku ev êrîş digihêja asta “tawanên şer”.

Rêxistina navnetewî duhî roja înê di raportekê de got ku ji aliyê hêzên rejîmê êrîşeke bêserûber û neyasayî li nêzîk dibistana “Al-xensa” li bajarokê “Circinaz” li deşta başûrê Idlibê li roja 24’ê mijdara borî hatibû pêkanîn, û bal kişandiye ku sê topên hawanê, 240 mm model “3 F-2” (3F2) “Gagara” Russian-made, di êrîşê de hstine bikaranîn, ku ev top bi pergalê topeke mezin hatiye çêkirin û peqîneke xurt dide û taybet e ji bo wêrankirina keleh û asêgihan.

Rêxistinê diyar kir ku di êrîşê de şeş zarok û mamoste û dayîka xwendevanekî hatin kuştin, ligel birîndarbûna sê kesên mezin û deh zarokan, ku destupiyê 2an ji wan hatin birrîn, û bal kişand ku dibe bûyer bigihêje asta tawanên şer.

Wê diyar kir ku giraniya her topek ji wan topên hatine bikaranîn di wê êrîşê de digehêje 239 kg û giraniya serikê teqîner bi giraniya 46 kîloyî ye û pêdivî bi tîmeke pênc nefer heye da bête hilgirtin û avêtin, û da zanîn ku yekem top bi dûriya 550 metran li bakur-rojhilatê dibistanê ket, û têde xaniyek ji çar odeyên vala wêran kir, li pey re bi 8 xulekan duyem top bi dûriya 30 mitran li bakur-rojavayê dibistanê ket, û têde jinek û zaroka xwe hatin kuştin, û topa sisiyan li nav erda çandiniyê ket ku şagirt ji dibistanê ber zeviyan reviyabûn, û têde 6 zarok hatin kuştin.

Rêxistinê piştrast kir ku çi çeperên leşkerî li nêzîk dibistanê yan li dorbera wê deverê nebûn, ji ber vê yekê dibe ku ev êrîş bi qest li dijî sivîlan hatine pêkanîn, û bal kişand ku xelkê “Circinaz” her ji destpêka şoreşê, hebûna baregeh û navendên leşkerî li “Circinaz” red dikin.

Rêxistinê nûçeyek li ser zarê “Bill Wanê Asfield” yekem lêkolînerê mafên zarokan li “Human Rights Watch” ragihand û got ku êrîşa hovane ya li ser “Circinaz” nimûneyek piçûk e li ser trajediya çarnivîsa bi hezarên zarokan , di dema ku êrîşeke berfireh li ser Idlibê destpê bike, bêyî standina tedbîrên parastina welatiyên sivîl, û got: Divê Rûsya fişaran bikar bîne li ser rejîmê ji bo rawestandina van êrîşan, yên yasayê bi şêweyekî aşkere binpê dikin, û divê parastina welatiyên sivîl wek erkê sereke be.

“Asfield” tekez kir ku çi hincet di destê rejîma Esed de nînin ji bo pêkanîna êrîşan li ser avahiyên sivîl wek dibistanan, lê herwiha jî hêzên wî bê rêgir û sizadan berdewam in di sotin û kuştina zarokên dibistanan, û dûpatî li ser pêwîstiya rawestandina van êrîşên bêserûber kir, ji bo parastina zarokan.

Hevdem ku parêzgeha Idlibê car-car bi top û mûşekan ji aliyê hêzên rejîmê tê topbarankirin, û dibe sedema kuştin û birîndarkirina welatiyên sivîl, tevî êrîşên cuda-cuda yên balafirên Rûsiya li ser parêzgehê, tevî ku parêzgeh dikeve di navçeyên peymana Idlibê de.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

ShareTweetSend

Related Posts

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike
Nûçeyên Siyasî

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike

November 7, 2023
Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin
Nûçeyên Siyasî

Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin

June 25, 2022
Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e
Nûçeyên Siyasî

Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e

April 2, 2022
Next Post
Zarokek li Bajarê Elletamine Şehîd Ket û Dêya wê Birîndar Bû bi Bombebarana Firokên Rêjîmê li ser Hemayê

Zarokek li Bajarê Elletamine Şehîd Ket û Dêya wê Birîndar Bû bi Bombebarana Firokên Rêjîmê li ser Hemayê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.