Yan Îcland, alîkarê şanderê navdewletî yê karubarê mirovî li Sûriyê, duhî roja pêncşemê, daxwaza giringîdana dîtina mêkanîzmekê kir ji bo gerantîkirina armancnekirina dezgehên mirovî li Sûriyê, û êrîşên li ser pênc nexweşxaneyên Sûriyê û du ambargehên alîkariyên mirovî li Idlibê şermezar kirin.
Îcland ji Cinêvê û di kongirekî rojnamevanî de got ku ew avahiyên mirovî li Idlibê yên ji aliyê Rûsiya û Rijêmê hatibûn armanckirin, karê xwe yê pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo nêzîkî nîv milyon kesî dikirin, û got ku “tevî zêdebûna destdirêjiyan li vê dawiyê li dijî xelkê sivîl û nexweşxaneyên Sûriyê, lê heta niha jî hin ajansên hawarhatinê cih û wargehên xwe nadin aliyên şerker“.
Firinsa û li ser zarê berdeveka wezareta derve Enîs Romatî derbarê heman mijarê, êrîşên esmanî yên hêzên Esed û hevalbendên wî li ser sivîl û nexweşxaneyan li navçeya Idlibê û bakurê Hemayê şermezar kirin.
Romatî tekez kir ku Firinsa van kiryaran wek binpêkirina yasa mirov ya navdewletî dibîne, û amaje kir ku welatê wê ” daxwazê ji Rûsiya û hevalbendên wê dike ku rêzê li pabendiyên xwe yên li Astana imza kirine bigirin, û berdewamiya van êrîşan qedexe bikin “.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaz ji NY kir ku erkên xwe bicih bînin derbarê parastina dezgehên mirovî li Sûriyê , û daxwaza rawestandina bombebarankirina sivîl û navendên zindî û saxlemiyê jê kir.
Hevbendiyê tekez kir ku armanckirina bi mebest ji dezgehên mirovî re, dîmenê rasteqîn e ji terora Rijêmê û hevalbendên wê re, ji bo kuştin û koçberkirina sivîlan, û got ku Rijêm û palpiştên xwe wêrankirina navendên zindî û nexweşxaneyan wek bijardeyekê bikar tînin, ji bo koçberkirina xelkê Sûriyê ji cih û warên wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî /Wekalat