Îran, Hevalbenda sereke ji Beşar Elesed re nermbûnek li ser mijara mana wî di desthilatdariyê de di bin siya axavtina li ser serastkirinek nêzîk bo rewşa Sûrî da xuyakirin. Jêdereke diblomasî Firensî ji kenala “Elerebiyê” re li ser guhrtinekê di helwesta Iranê de li ser man û çûna Esed ji desthilatdariyê ragihand. Lê jêderê bi xwe nikarîbû ev pêşinyara Iranî fam bike, “Gelo ew pêşinyareke erênî ye bo navtêdan û bilezkirina guftugoyan e, yan nerênî ye bo veguhestina xalên nelihevdukirinê ber bi qonaxa dawî û teqandina wan de ye”. Herweha jêdera Firensî destnîşan kir ku ” Waşinton gurkirina bi Iranê re li ser dosyên aloz û karê bo çêkirina herêmek dijfirîn li ser Sûrî napejrîne, ew jî ji tirsa li ser rawêjkarên xwe yên leşkerî li Iraqê ji ber desthilatdariya Iranî ya mezin li wir”. Heman diblomasiyê Firensî destnîşan kir ku eynî hokarên hêzê di destê rejîma Esed de nemane, bi taybet piştî kêmbûna mezin di dahatên wî yên leşkerî de.
Jêder: hevbendî