Wezîra derve ya Kenedî Kirîstîna Firîland ragihand ko navê 17 kesayetiyên Sûrî li lîsta sizayan ya ko welatê wê ji 2012ê de li ser kesayetî û saziyên rêjîma Esed zêde kirine.
Di daxuyaniyeke wezareta derve ya Kendî de ya doh înê derketiye bi amanca bêtir fişarê bide ser rêjîmê tako cenga wê ya dijî miletê Sûrî ji şeş salan ve bidawî bibe.
wezareta derve ya Kenedî got ku siza bi nehêlana danûstandina diravî û blokkirina pereyên di bengan de ye, yên “17 berpirsiyarên mezin yên rêjîma Esed û pênc saziyên ko peywendiyên wan bi bikaranîna çekên kîmawî re li Sûriyê hene”.
Daxuyaniya wezaretê diyar kir ko ev sizayên nû wek karvedanekê ne li ser kirdeyên êrîşa kîmawî ya ko rêjîma Beşar Elesed li ser bajarê Xan Şêxûn serê vê nîsanê pêkanî û bi sedan kuştî û birîndar li pey xwe hiştin.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ko ferizkirina sizayin din li ser berpirsiyarên sereke yên rêjîmê, nameyeke xurt ji rêjîmê re ye ko “rê nema ji wan re tê dan da tewankariyan bikin û ewê li ser tewanên xwe bên sizakirin ”. lê hêj wezaretê navê kesayetiyên nû yên ketine ber sizayan ranegihandine.
ev siza derbarê kesayetiyên pilebilind yên rêjîmê ne piştî çend rojan ji sizayên li ser 27 kesayetiyên din yên lîsteya Kenedî ya sizayan, û ev yekemîn siza bûn piştî 2014ê dema Otawa siza li ser 190 kesayetiyên rêjîma Esed feriz kirin.
Û daxuyaniya wezareta derve ya Kenedî ya di 14ê vê nîsanê derketiye, destnîşan kir ko ji nav 27 kesayetiyên siza li ser wan feriz bûne 3 berpirsiyarên xwedan pileyên bilind in ku berê jî Yekîtiya Ewropî siza danîne ser wan, ew jî ev in: Cewdet Mewas, Edîb Selamê û Tahir Xelîl.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans