Wezîrê derve yê Amerîkayê, Con Kêrî, hişyarî da Rûsiya ya piştgir ji rêjîma Esed re, li ser helwesta wê ji çareseriya kirîza Sûriyê, û got ku sebra Waşinton “gelek kêm e”, bi taybetî li ser mijara dadgehkirina Esed.
Kêrî, îro di dema serdana xwe de bo Nerwêjê got “pêwîste Rûsiya bizanibe ku sebra me ne bêsînor e, lê birastî sebra me gelek hindik e, derbarê zanîna gelo Esed wê bê dadgehkirin an na”.
Û rêjîma Esed kar li ser astengîkirina pêvajoya gotubêjan kir, bi rêka redkirina cêbicêkirina xalên mirovî yên di biryara 2254an a navdewletî de hatine, ya ku daxwaza çakkirina rewşa mirovî ya gelê Sûriyê dike, bi rêka rakirina dorpêçkirinê ji ser navçeyên dorpêçkirî û gihandina alîkariyên mirovî û rawestandina bombebarankirina bitewşî li dijî navçeyên rizgarkirî û serbestberdana girtiyan.
Hêjayê gotinê ye ku serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide, duhî li Biroksilê di yekemîn hevdîtina digel Desteya Hemahengiya Niştimanî de, diyar kiribû ku berdewamiya rêjîma Esed û Rûsiya li ser armanckirina sivîlan nîşana wê yekê ye ku pêvajoya gotubêjan gihiştiye riyeke girtî û hîç alî nikare rêkeftina agirbesta karên dijminkarî li ser rêjîmê û hevalbendên wê ferz bike.
Ele’bide bal kişandibû ku yek ji giringtirîn endamên civaka navdewletî yê çavdêr ji piroseya siyasî re (Rûsiya), bi xwe hevpar e di armanckirina sivîlan de, û gotibû: hîç karvedanek navdewletî ya rasteqîn der barê binpêkirina biryara rawestandina Oparesyonên dijminkarî ji aliyê rêjîmê û hevalbendên wê tune ye.
Jêder: Hevbendî + Firans press