Wezîrê derve yê Emrîka Con Kêrî di axaftinke xwe de ji CNN re got , ewî ji Alîkarên xwe xwestiye ku li ser Herêmên qedexekirina Firokan li Sûriyê kar bêtir bikin.
Ev mijar li rûniştina Encûmena ewlekariya niştîmanî heftiya çûyî de gotiye.
CNN gotina Berpirsiyarekî bala di Birêveberiya Serokê Ermerîkî Obama guhast ko Kêrî dixwaze dubare li vê mijarê bête nerîn û jidil gotûbêj tê de bibe. Bêtir got ko Kêrî pêrabûnên bihêztir dixwaze.
Rojnameyê got ko çêkirina Herêmeke qedexekirina firokan li ser sînorê Urdinê jî di rûniştina Encûmena Ewlekariyê hefteya buhurî hat gotin.
Berpirsiyarekî dî texmîn kir ko gotûbêj di hefteyê dahatî de bi şêweyekî himbiztir berdewam bikin.
Û berpirsiyarekî dî hêvî kir ko ew fişareke baş be li ser Rûsya.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî doz kir ko Herêmeke aram li Sûriyê çê bibe û Sivîlan ji Bermîlên teqîner yên Rêjîma Esed biparêze.
her wiha Hevbendiyê diyar kir ko Herêma aram ewê bandorê li rawestandina koça Penaberan ber bi Ewropa ve bike. Û wê Artêşa Azad jî bihêz bike da bikaribe şerê Rêkxistina Daiş bike.
Jêder: Hevbendî