Komîteya Lêpirsînan ya Navdewletî ya Serbixwe, a taybet bi Sûriyê, raporek li ser rewşa bobelatî ya mafên zarokan li Sûriyê derxist, di bin navê “Xewnên zarokên me tune kirin”, têde tekezî li ser pêkanîna rijêma Esed ji gelek tewanan re dermafê zarokan di 9 salên bûrî de kir.
Raporê behsa binpêkirinên mezin ji mafên bingehîn ên zarokan re, bi kuştin û derbiderkirin û sêwîkirin û bêparkirina ji perwerde û hînkirinê kir, û raporê got ku “ hêzên rêjîmê cebilxaneya goşeyî û bombeyên germahiyê û çekên kîmawî yên bûne sedema kuştina bidehan zarok bikar anîn”.
Û herweha raporê tekez kir li ser bikranîna gelek caran ji destdirêjiya cinsî re dijî mêr û jin û zarok û qîzan, wek rengekî ji yên sizakirin û sertewandin û xistina tiresê di dilê civakê de, û bal kişand ser ku rijêmê “ zarokên temenê wan kêmî 12 salan binçav kirine, û gelek lêdan û işkence dijî wan bikar anînîne”.
Û rapora Komîteyê behsa rewşa perwerde û hînkirinê li Sûriyê kir, û got: “Ew cihê tirs û dilnearamiyê ye”, û zelak kir ku bihezaran dibistan wêran bûne, û ew wek baregehên leşkerî hatine bikaranîn, û bêtir ji 2.1 milyon ji keç û lawan nema karîbûn bi rengekî rêxistî biçin dibistanan.
Û komîteyê agahiyên xwe li ser bingeha pêkanîna bi hezarên hevdîtinan ava kirin, ew hevdîtinên bi zarokên Sûriyê û dîdevanan û hin kesên ji zindanên rijêmê rizgar bibûn pêk anîne, û her weha bi parêzkar û karmendên warê tenduristî û leşkerên ji rêjêmê cuda bûne re, di dema di navbera sala 2011 ta dighêje heyva çirîya pêşîn ya sala 2019.
Her weha komîteyê ji hemû aliyan daxwaz kir ku rêzê li wan biryarên ku zarokan li gor yasaya mirovahî ya navdewletî û qanûna navdewletî ya mafê mirovan diparêzin bigirin, û sizakirina kesên binpêkirin kirine dabîn bikin, û pabendiyê bi temîniyên hatin kirin bikin, ewên tekeziyê li ser rawestandina armanckirina avahiyên hînkirinê dikin, û peydakirina parastinê ji zarokên li hundur derbider bûne re, û serbestbardana tevaya zarokên di girtîgehan de, û çareserkirina wan ya laşî û derûnî li gor pirogramin zanistî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî