Komîteyeka navdewletî ya NY dest bi lêkolînan dike derbarê êrîşa kîmyayî ya ji aliyê hêzên Esed hatî encamdan li dijî bajarê Xan Şîxon li gundewarê Idlibê û têde nêzîk 100 kesî şehîd ketin û 400ên din birîndar bûn, piraniya wan jin û zarok bûn.
Di daxuyaniya komîta lêkolînan de ya ku vekolînan derbarê tawanên şer ên li Sûriyê dike de hatiyr ku “komît niha lêkolînan dike derbarê rewşa ku êrîş têde pêk hatiye, tevî berçavgirtina gotinên bikaranîna çekên kîmyayî“.
Û komîta bi serokatiya pesporê Berazîlî Palo Bînîro got ku her weha ew lêkolînan derbarê “raporteka pêştir jî dikin, ya li ser pêkanîna êrîşekê li ser navendeka pizîşkî ya ji bo çareserkirina birîndaran“.
Û serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê di pêwendiyeka telefonê de ligel Bînîro behsa komelkujiyê kiribû û behsa karîna komîteya navdewletî kiribûn ji bo pêkanîna lêkolîneka navdewletî ya bilez li ser heman tawanê.
Herwiha ku daxuyaniya komîteyê tekez kiriye li ser giringiya naskirina encamderên van êrîşan û dadgehkirina wan, û tekez kiriye ku ev êrîş “digehêjin asta tawanên şer û binpêkirinek metirsîdar e ji yasa mafên mirov re “.
Ji aliyê xwe ve, şanderê navdewletî yê NY Stîvan Dî Mestora, tekez kir ku wê encûmena asayîşê bicive ji bo daxwaza dadgehkirina berpirsê vê êrîşî.
Hêjayê gotinê ye ku hin raport ji aliyê komîteyê ve belav bibûn li ser berpirsyaretiya Rijêmê di ber encamdana êrîşên kêmyayî de li dijî sivîlan, û pirojebiryarek ji bo dadgehkirina Rijêmê ji encama van raportan hatibû pêşkêşkirin, û ew piroje ji aliyê Rûsiya û Çînê ve di encûmena asayîşê de hat pûçkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat