Xelîl Mistefa endamê Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî ji malpera me re ragihand ku girtina ofîsa Encumanê li Kobanê ji aliyê çekdarên PYDê ve, nikare rê li pêş karê me bigre û Xwecihiya Kobanê dê karê xwe bêtir bike û kelmên PYDê karên me ranawestînin.
Mistefa da zanîn ku kiryara girtina ofîsên ENKS pilaneke xerabe, armanc jê tunekirina jiyana siyasî bi temamî li heremên Kurdî li Sûriyê ye, û ew tenê di xizmeta rêjîma Sûriyê de ye. Mistefa berdewam kir û got: rêjîma Sûriyê di 50 salan de nikarîbû tevgera Kurdî tune bike, û PYDê jî bi ser nakeve.
Ji aliyê xwe ve, çalakvan Ferhan Mihemed ji xelkên Kobanê ye, ji malpra me re ragihand ku kiryarên PYDê di derheqê Kurdan de çewt in û binpêkirinên rêjîma Sûrî derbas kirine, lewma nerazbûneke mezin ji aliyê xelkê ve li dijî PYDê heye û ger PYDê berdewam bimîne di van kiryarên xwe de li dijî çalakvanên Kurd , dê şoreşek li dijî wan derkeve û ev tişt wê nêzîk be.
Her wiha Çalakvan Silîman Ehmed ji xelkên Kobanê got: Polîtîkayên PYDê dê me di bêtaran werkin, û azadiyê ji mere naynin, çimkî ew bi mêjiyê Elbe’s kar dike, û dê rewşke wek ya Sûriya û Îraqê peyda bike.
Ehmed tekez kir ku armanca PYDê ya sereke ewe, şandina zarokên me ber bi eniyên şer de, û komkirina bacê ye, û pêkanîna projevên navnetewî û herêmî û ger wiha berdewam bike dê hemû Kurdan koçber bike.
Di dawiya gotina xwede Ehmed ji PYDê xwest ku pêwîst e ji polîtîkayên xwe yên çewt vegere, û li gor berjewendiyên Kurdan kar bike, ne li dijî wan.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîseha Ragihandinê ya Hevbendiyê