Duhî êrvarî roja çarşembê, Mozexaneya tawanên cengê mêhvandariya pêşangeheke wêneyan kir ya dîkomîntkirina tawanên Esed li dijî gelê Sûriyê di hindur avahiya kongirêsê Amerîka de, ku ev pêşangeh hevdem hat ligel pêşengeheke wêneyan ya din li paytexta Beljîka ku hat sazkirin ji aliyê Hevbendiya Niştimanî û bi beşdariya rêxistinên sivîl û hin perelemantarên Ewropî di baregehê Yekîtiya Ewropî de li Biroksolê.
Di pêşangeha avahiya Kongirês de 50 wêne yên “Qeyser” efserê cudabûyî ji rêjîma Esed hatin nimayîşkirin, ku komarxwazan li hember hovatiya rêjîma Esed tekezî li ser pêwîstiya rawestandina bilez ya tawankariyên Esed kirin.
Serokê komîteya pêwendiyên derve di Kongirês de “Edward Royîs” got ku Amerîka gelekî bi dereng ma di bersiva van tawanan de, ku di pêşiyê gelê Sûriyê li hember yek dijminî bû ku ewjî Bişar Esed bû lê niha DAÎŞ jî heye”, û got ku ” pêwîste Amerîka ligel Tirkiyê bilez kar bike bo dabînkirina navçeya tampo li bakurê Sûriyê û bermîlên teqîner bide rawestandin”.
Hêjayî gotinê ye ku endamê Hevbendiyê Miwefiq Nêrebiyê daxwaz ji Civaka Navdewletî kiribû bo xistina fişarên bilez li ser rêjîma Esed bo rawestandina kiryarên eşkencedanê di girtîgehan de, herwiha Civaka Navdewletî heydar kiribû li ser pêwîstiya dadgehkirina tawankaran û misogerkirina mafên mirov bo xelkê Sûriyê, û belavkirina navên encamderên tawankariyan di Sûriyê de, û rawestandina bombebarankirina taxên nişteciyan bi bermîlên teqîner û çekên kêmyawî.
Herwiha Nêrebiyê got ku aştî di Sûriyê de berqirar nabe di dema ku dadperwerî peyda nebe, hevdem mixabiniya xwe anî ziman li hember nedadgehkirina encamderên tawankariyan heta niha tevlî ku belge diyarin li ser binpêkirina mafên mirov, û berdewamiya gurbûna agirê tundutîjiyê li Sûriyê vegerand bo çanda nesizakirinê “.
Jêder:Hevbendî+Wekalat