Rêkxistina Hiyûmen Rayitis Wotiş got“Yekîniyên Parastina Gel” yên bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqratî ve ne, sozên xwe bi destjêberdana zarokan bi cih nanîn û bi leşkerbûna Zarokan yasasyên Navdewletî têk birine.
Di daxuyaniyekê de ko ji aliyê Rêkxistinê ve derketiye tekez bû ko rewşa beşdarbûna zarokan di şer de ji aliyê Yekîniyên Parastina Gel û Yekîniyên Parastina Jinê ve bûye. Tev ko Yekîniyên Parastina Gel di 05.06.2014an de “Peymana Pabendiyê”digel Dezgeha “Banga Cinêv” imza kirine. Tê de hatiye ko hemû şervanên xwe yên kêmî 18 salan ji aniyên şer di mehekê de bikêşêne.
Rêkxistinê destnîşan kir ko hêz û Rêkxistinên çekdar leşkerkirina zarokên kêmî 15 salan ji tawankariyên cengê ye. Bal kêşand ser ko Rêkxistinê pêzanîn ji Rêkxistinên xwecihî û yên navdewletî gihanê ko “Yekîniyên Parastina Jinê û Gel” 59 zarok ji nav wan 10zarok bi temenê xwe 15 sal derbas nekirine ji hezîrana 2014an ve û heta nuha birine leşkeriya xwe.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî bikaranîna zarokan di operasiyonên leşkerî de ji hêla çi aliyî ve be pirotesto kir, û berpirsiyarî da ser Civaka Navdewletî li ser her roja ko temenê rêjîmê dirêj dike.
Hevbendiyê bal kêşand ser evê mijarê ko ev rêzaneke berê hişyarî ji bo vê da bû, ji destdirêjiya Rêjîmê di tawankariyan de salên buhurî di derheqê miletê Sûriyê de kiriye. Û ev dê çi qas bandorê li ser nifşên dahatî bi taybetî zarokên Sûriyê bike.
Di dozên xwe de yên ji civaka Navdewletî ji bo roleke kartêker ji bo parastina zarokên Sûriyê Hevbendiyê bibîr anî” Çirûska Şoreşa Sûriyê berevanî di ber zarokên piçûk de bû li Parêzgeha Dera û operasiyona Rêjîmê ya tund û cenga wî li ser miletê Sûriyê jiyana bêtir ji 17hezar zarokî heta nuha têk çûye.”
Jêder: Hevbendî