Rêkxistina Lêborandina Navdewletî tekez kir ku 18 hezar girtî di girtîgehên rêjîma Esed de hatine kuştin, ji heyama sala 2011ta 2015an, di encama hemû coreyên êşkence û destdirêjiyê di hundurê girtîgehan de.
Rêkxistinê ev yek di rêya raporeke xwe de îro, bi navnîşana (“Ew Mirov dişkîne” belgeh kir: êşkence, nexweşî û mirin di zindanên Sûriyê de), ew jî di rêya hevdîtina bi 65 kesên ku ji “îşkenceyê hatine rizgarkirin”, ku behsa wan tawanên hovane kirin, yên di zindan û girtîgehên Esed de pêk tên.
Rêkxistina mafnasî daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku fişarê li rêjîma Esed bike, da ku êşkenceya girtiyan rawestîne, û raporê eşkere kir ku zêdetir ji 17 hezar û 733 kesan jiyana xwe jidest dane, di dema girtinê de di navbera Avdara 2011an dema ku şoreşa Sûriyê li dijî Beşar Esed destpê kir, û Çileyê pêşî sala 2015an, ku rojane 10 kesan jiyana xwe jidest didan, û zêdetirî 300 kesî di mehekê de.
Raporê amaje kir ku carnan girtî rastî lêdaneke tund ji aliyê pasewanan ve tên dema ku dighên zindanê, û navê vê destdirêjiyê “Ahenga pêşwazîkirinê” ye, pişt re operasyona “Pişkinîna Ewlekarî” tê kirin, ku di encama wê de girtî bi taybet jin rastî “destdirêjiya sêksî ji aliyê pasewanan ve tên”.
Raporê li ser zarê Samir, girtiyekî kevin e ku gotibû:” Wek dewaran danûstandin bi me re kirin, dixwestin ku mirov wek ajelan bin”, û lêzêde kir”Min didît bê çawa xwîn wek çeman diherikîn, min hîç bawer nedkir ku rojekê ji rojan mirovahî bighêje vê asta nizim, ti pirsgirêk li cem wan nebû ku wê demê me bikujin”.
Girtiyekî din behsa wê yekê kir ku çawa 7 kes di rojekê de mirin piştî ku oksîcên ji ser navenda girtinê ya bi ser istixbarata ve hate birîn, û lêzêde kir:”Pihîn li me didan, ji bo ku bizanin kî miriye û kî hêj zindî ye”.
Philip Luther, birêveberê beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka di rêkxistinê de got:”Bi dirêjahiya salan rêjîma Esed êşkene bikar dianî, wek şêweyekî ji bo jinavbirina dijberên xwe”, û lêzêde kir ku”Îro, êşkence beşeke ji êrîşeke berfireh û rêbazkirî li dijî her kesekî ku berguman e di dijberiya rêjîmê de ji sivîlan, ku ev yek dighê asta tawanên li dijî mirovahiyê”.
Ji aliyê xwe ve ,Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî kir ku pêwîst e biryarên navdewletî bêne aktîvkirin, yên ku behsa serbestberdana girtiyên nerînê li cem rêjîma Esed dikin, herwiha daxwaza serdana hin komîteyên bi ser rêxistinên mafên mirovan ve kir ji bo wan girtîgehan, bi armanca çavdêriya wan, û da ku bizanin çi li nava wan çêdibe ji tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê, û dabînkirina parastinê ji wan re ji bo rêxweşkirina derketina wan.
Hevbendiyê destnîşan kir ku niha di van kêlîkan de, bi deh hezaran girtî di zindan û girtîgehên Esed e hene, û ji heyama pênc salan ve bi kêmanî, di jêr kewdanên nebaş de ne ku bi hewceyî helwesteke navdewletî ne, ku mirovahî be, û li gor berpisyaretiyên xwe yên yasayê be derbarê êş û azarên wan yên ku dawî jê re nîne.
Jêder Hevbendî+ Hin Ajans