Rêxistina Lêborîna Navdewletî îro roja çarşemê ragihand ku êrîşên esmanî yên firokên Rusiya li ser Sûriyê digehêjin asta tawanên şer bi sedema kuştina sivîlan, û da zanîn ku ewê hin belgeyan diyar bikin li ser binpêkirina yasaya navdewletî.
Lêborîna Navdewletî di raporta xwe ya nû de got: bi sedema êrîşên Rûsiya li ser Sûriyê bi sedan sivîl hatine kuştin û gelek navçeyên nişteciyan ji xanî û mizgeft û bazar û navendên pizîşkî hatine wêrankirin.
Weha jî got: ew êrîş bûne sedema kuştina nêzîkî 200 sivîlan û12 şervanan di maweyê heyvekê de ji destpêka êrîşan de, û raportê palpiştî kiriye li ser gotinên şahid halan û çavpêketin û wêneyên tomarkirî der barê 6 êrîşan li ser Himus û Idlib û Helebê ku şûnmayên êrîşan diyar in.
Rêveberê pirogramê rojhilata navîn û Bakurê Afriqa yê heman rêxistinê Fîlîb Loser got ku wesa diyare ku êrîşên Rûsiya, bi awayekî rasterast, sivîl û armancên sivîl bombebaran kirine, bi lêdana navçeyên sivîl ku ti armancên leşkerî lê nînin, û ev dihêle ku ev êrîş bigehêjin asta tawanên şer.
Jêder: wekalat