“Tora Sky News” ya nûçegehanî, girêbestek di navbera rêjîma Esed û rêxistina DAÎŞ’a terorîst de eşkere kir ku li gor wê girêbestê DAÎŞ xwe ji bajarê Tudmurê yê dîrokê vekişand.
Tora navborî got ku di heyva bûrî de nêzîkî 22 hezar belge û name û tevî hejmarek mezin ji fayîlan ketin di destê wê de, ku bi awayekî eşkere sê rastî diyar dibin, yekem: rêjîma Esed digel DAÎŞ’ê rêkeftiye li ser ku DAÎŞ çekên xwe ji Tudmir vekîşîne, û duwem: girêbesteke kirîn û firotina Neftê li hember ziblê çandinîyê di navbera rêjîm û DAÎŞ’ê de, siyem: amadekarî bo valakirina hin navçeyan ji aliyê DAÎŞ ve ji berî destpêkirina êrîşên hêzên Esed li ser wan navçeyan.
“Sky news” amaje bi wê yekê dike ku girêbest bi awayekî rasterast dibin belge li ser hebûna pilangeriyekê di navbera rêjîma Esed û serkirdeyên DAÎŞ’ê de.
Herwiha Tora navborî di lêkolîna xwe de got ku belgeyên herî balkêş, ewin yên ji demek nêzîk ve li pêş standina bajarê Tudmirê ji aliyê hêzên Esed ve ne, ku rênimayên eşkere hatine bi “vekişandina sercem çekên giran û topxaneyên dijefirok û topxaneyên guleyan ji hindur û derdora bajarê Tudmirê li parêzgeha Himusê”.
Hevdem ” Sky News” got ku zanyarî û belge di dest wê hene, têde hebûna pêwendiyên rasterast û yekser di navbera rêjîma Esed û serkirdayetiya DAÎŞ de tekez dike.
Herwiha yek ji belgeyên Tora navhatî dide xuyakirin, ku fermaneke leşkerî ji yek ji mîrên DAÎŞ’ê bo çekdarên xwe yên li bajarê Elqesir, di heyva çiriya paşîn de, heye, û fermanê dide wan bo xwe ji Elqesir vekîşinin, û bi veguhestina “sercem amadekarî û çekan bo navçeyeke ku li ser hatiye lihevkirn, berî bombebarankirina bajêr ji aliyê hêzên Esed”, û ew ferman di 24 heman heyvê de hat bicihkirin.
Jêder: Wekalat