Li Sitokholmê paytexta welatê Siwêdê, Doh roja Yekşemê, seknek ji bo pirotestokirina tawanên ku serokê Rûsî Vladimir Putin û Esed pêk anîne hate lidarxistin, di dema êrîşên ku sivîl li Sûriyê dikirin armanc ku di encam de bi sedê hezaran bûne qurbanî di nava wan de jin û zarok hebûn.
Herwiha komek xwepêşandêr di wê seknê de beşdar bibûn, ku li ser vexwendina ” Hevgirtina Demokratên Civaknas ên Guhêrnexwaz” û “Yekîtiya Sûrî-Siwêdî” li pêşiya balyozxaneya Rûsya li Siokholmê hatibû lidarxistin.
Di van rojên dawî de, piştî rêkeftina Miyûnixê, gelek êrîşêm Rûsî li ser bajar û bajarokên Humsê, Laziqiyê, Der’a, Heleb û Gundewarê wê hatin pêkanîn, ku di encamê de komkujiyek li bajarokê El-Xento li Gundewarê Humsê rû dabû, û 16 welatiyên sivîl şehîd ketibûn.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê ev yek dît wek şirovekirineke piraktîkî ji nerîna Rûsya re ji rêkeftina Miyûnixê re, û di daxuyaniyeke berê de Hevbendiyê lêzêde kir ku armanca topbarankirina Rûsî piştevaniya hêzên Esed û milîsên mezhebî yên ku li kêleka wî şer dikin e, wekî hewildanekê ji bo ku welatiyên sivîl dev ji mal û milkên xwe berdin û koçber bibin.
Jêder: Hevbendî+ Hin ajans